Rêveberiya Xweser diyariya cejnê dide karmendên xwe

Bi boneya Cejna Remezanê Rêveberiya Xweser dê diyariya malî bide hemû karmendên saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarên 45 û 46 dan. Li gorî wê bi boneya Cejna Remezanê dê diyariya malî bide hemû karmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de endamên Hêzên Asayîşê.

Di biryara bi hejmara 45‘an de hate gotin:

"Bi boneya Cejna Remazanê, diyariya malî ji bo hemû karmendên di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû rêveberiyên xweser û sivîl de, di nav de Hêzên Asayîşê tê dayîn."

Di biryara bi hejmara 46‘an de hate gotin:

"Ji ber keda wan a parastina tenduristiya welatiyan di dirêjehiya dema qedexeya derketina  derve de ya ji ber Koronavîrusê, diyariya malî (10 hezar) ji ber her endameke Hêzên Asayîşê tê dayîn,."

ANHA


Mijarên Din