Rêveberiya Xweser dest bi valakirina kampa Mebrûka kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku sivîlên li kampan qurbaniyên DAIŞ`ê ne û niha jî qurbaniyên artêşa Tirk a dagirker in, ji ber vê yekê rêveberî dê dest bi valakirina kampa Mebrûka ya nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyê bike.

Têkildarî rewşa kampên penaberan û parastina wan ji topbarana artêşa Tirk a dagirker û rewşa kambax a ku penaber di encama topbarana dewleta Tirk a Ii ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pê re rû bi rû dimînin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanîiyek da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Hikumeta Tirkiyê di 09/10/2019`an de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer ragihand. Pîvanên navdewletî binpê kirin û jiyana sivîlan xiste tahlûkê. Ev jî ji mafên mirovan û zagonên navdewletî yên mirovî re binpêkirin e.

Penaberên li kampa Mebrûka ku 12 km li başûrê sînorê Sûriye-Tirkiyê dikeve, ji xetereya dijminahiya Tirkiyê bê par nema û top avêtinê. Di encamê de jiyana 7 hezar koçberên li kampê dimînin, kete xetereyê. Her wiha kampa Eyn Îsa ku 13 hezar û 785 koçber lê dimînin, ji wan 479 malbatên DAIŞ`iyan û penaberên iraqî ne.

Li ser banga sivîlên di hundirê kampê de dimînin, ji ber ku ew qurbaniyên DAIŞ`ê ne û niha jî qurbaniyên dewleta Tirk in, her wiha ji ber garantiya pîvanên exlaqî û hejmara koçberan û asta xetereyan, Rêveberiya Xweser yekser dest bi valakirina kampa Mebrûka dike û kesên lê dimînin dê li kampa Arîşa ya başûrê bajarê Hesekê bi cih bike.

Têkildarî rewşa kampa Eyn Îsa hêj têkilî bi alî û rêxistinên peywendîdar re hene da ku çareyekê yan jî devereke din ji kampê re peyda bikin û Rêvberiya Xweser dê hemû bergiriyên pêwîst ên garantiya jiyana niştecihên kampê pêk bîne tevî ku garantiya jiyana sivîlan ji NY, Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorîstan tê xwestin û heke erka xwe pêk neynin dê jiyana kesên li kampan dimînin, bixe nava xetereyê.

Ji ber vê yekê em bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mirovî yên navdewletî dikin ku beramberî sivîlên koçber bi taybet, bi erka xwe rabin, zextê li ser hikumeta Tirkiyê bikin da ku li gorî pîvanên hevpeymana çaremîn a Cinêvê ya 1994`an, her wiha protokolên din ên hevpeymana Cinêvê ya sala 1977`an û zagonên navdewletî tev bigere û rê li pêşiya awaretiya sivîlan bigirin û parastina zagonên navdewletî bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din