Rêveberiya Xweser dest bi avakirina du kampan ji koçberan re kir

êveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide du kampan  ji bo şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de neçar mane koçber bibin, ava bike. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî bang li rêxistinên mirovî kir ku vegerin û bi hatina zivistanê re alîkariyan pêşkêş bikin.

Rêveberiya Xweser texmîn kir, hejmara şêniyên ku ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî piştî êrişên Tirkiyê ji 9`ê Cotmehê ve koçber bûn, gihaştine 300 hezar.

Piraniya şêniyên wan herêmên ber bi bajarên ewle yên ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe mîna Hesekê, Reqa, Tebqa û gundewarên wê ve koçber bûne. Hinek ji wan li rex xizmên xwe bi cih bûn û hinek din jî di mizgeft, dibistan û cihên giştî de hatine bicihkirin.

Ji ber şert û mercên ku koçber tê re derbas dibin û piştî ku civaka navdewletî zext li dewleta Tirk nekir ku  koçber vegerin warên xwe, Rêveberiya Xweser dest bi avakirina du kampan li gundên Tiwêne yê gundewarê Hesekê û Til El-Simin ê gundewarê Reqayê kir.

Li gorî hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê Cîhan Mihemed, rêveberî hewl dide bi derfetên heyî kampan ava bike.

Her wiha li gorî serjimariya dawîn a Buroya Karûbarên Penaberan a Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Xweser çavdêriyê li 14 kampên koçberan li erdnîgeriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku di nav wan kampan de 117 hezar koçber û penaberên iraqî dimînin.

Rêveberiya Xweser piştî hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya kampan, niştecihên kampên Mabrûka veguhestin Kampa Erîşe û yên Eyn Îsayê jî veguhestin Kampa Mehmudlî.

Di nav van kampan de piştî ku rêxistinên mirovî karên xwe taloq kirin, gelek zehmetî û kêmasî derketin. Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe hewl dide kêmasiyên ji av, nan, betanî û xebatên tenduristiyê bi rêya Heyva Sor a Kurd, derbas bike.

Cîhan Mihemed bang li tevahiya rêxistinên mirovî kir ku vegerin û xebatên xwe pêşkêş bikin. Bi taybet ên tenduristî li gel nêzîkbûna zivistanê re.

Piraniya rêxistinên mirovî yên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikirin, piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiyê karên xwe taloq kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din