Rêveberiya Xweser dê 375 milyon lître mazotê belav bike

Rêveberiya Sotmeniyê ya Giştî ya Rêveberiya Xweser 375 milyon û 534 hezar û 800 lîtreyên mazota sobeyan diyar kir da ku li şêniyan di zivistanê de belav bike.

Li ser daxwaza tevahî rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 375 milyon û 534 hezar û 800 lître mazot hat diyarkirin.

Dê mazota sobeyan li herêman wiha bê belavkirin: Dêrazor 64 milyon û 800 hezar lître, Minbic 42 milyon lître, Cizîr 151 milyon û 361 hezar û 200 lître, Firat 45 milyon û 600 hezar lître, Reqa 51 milyon û 200 hezar lître û Tebqa 20 milyon û 573 hezar û 600 lître.

Ev mîqdar li gorî serjimara malbatan hat diyarkirin. Her wiha hejmara malbatên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 938 hezar û 837 e û wiha tên dabeşkirin; Dêrazor 162 hezar, Minbic 105 hezar, Cizîr 378 hezar û 403, Firat 114 hezar, Reqa 128 hezar, Tebqa 51 hezar û 434 malbat.

Gerînendeyê Rêveberiya Sotmeniyê ya Giştî ya Rêveberiya Xweser Sadiq Emîn Xelef diyar kir ku her malbatek 400 lître mazota sobeyan werdigire.

Li gor mekanîzmaya belavkirinê, Sadiq Emîn Xelef anî ziman ku 400 lître mazot dê yan li ser beşekê yan jî du beşan li gorî teybetmendiya her herêmekê bê belavkirin. Li bajarên dê wek beşek bê belavkirin û li gundan dê wek du beş be.

Xelef îşaret pê kir ku tevahî gerînendeyên sotemeniyê hatin agahdarkirin ku divê kirêya veguhastina mazotê bi stêran a gihandina her malekê ya her bermîlekê 500 lîreyên Sûriyê be.

Bihayê her lîtreyeke mazotê 75 lîre ye. Lê pir caran di benzîxaneyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatin eyarkirin de peyda nabin. Ji lew re şêniyên herêmê gilî dikin.

Li aliyekî din jî mazot di sûka reş de heye û her lîtreyek bi 170 lîreyan e.

Girêdayî mijarê, Rêveberiya Sotemeniyê got ku li ser avakirina komîteyên serjimariyê li gerînendetiyên sotmeniyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser, dixebitin. Erka wan komîteyan jî, pêdiviya her rêveberiyekê ya madeya sotemeniyê ya li gorî erebe, kargeh û hwd kom bikin. Da ku mehane ji Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê re bê rakirin û pêdiviya her herêmekê ji mazotê peyda bike.

Dê mazota sobeyan ji malbatên şehîd û dibistanan re bê pere li gorî biryara Rêveberiya Xweser ku di civîna 4’ê Îlonê de daye, bê belavkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din