​​​​​​​‘Rêveberiya Xweser cidî ye, lê hikûmeta Sûriyê bihaneyan derdixîne‘

Ehmed Esad got: "Rêveberiya Xweser ji bo serxistina diyalogan bi hikûmeta Sûriyê re bi awayekî cidî nêzîk dibe. Lê hikûmeta Sûriyê hincetan derdixîne û amadebûna xwe ji diyalogê re destnîşan nekiriye. Ji ber ku ajandeyên derve mîna Îran û Rûsya biryarên wê hikûm dikin."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hincetên ne rast dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Her wiha binpêkirinên xwe yên dermirovî ku digihêjin asta sûcên şer didomînin û polîtîkeyên tirkkirin û guhertina demografiya herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin.

Aloziya Sûriyê derbasî sala dehan dibe, lê heta niha tu nîşaneyên çareseriyê nîn in. Rêveberiya hikumeta Sûriyê li hemberî binpêknirinên ku li herêmên têne kirin bêdeng dimîne. Rewşenbîr û siyasetmedar dibînin ku çareserî bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî û bi tevlibûna tevahiya çînên civakê pêkan e.

Ruxmî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang li rêveberiya hikkumeta Sûriyê kiriye, da ku dest bi diyalogê bikin bi şêwazekê ku aloziyê bêyî mudexeleyên derve çareser bikin, lê hikumeta Sûriyê diyalogê red dike û bêdeng dimîne.

Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê Ehmed Esad di hevdîtinekê de bi ANHA‘yê re girîngiya diyalogê di navbera dewleta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de û encamên serkeftina diyalogan heger pêk hatin, nirxand.

Gelo çima heta niha diyalogek bi encam di navbera her du aliyan de pêk nehatiye?

Rêveberiya Xweser gelek însiyatîfên cidî ji bo diyaloga bi rejîma Sûriyê re pêşkêş kirin. Lê gelek astengî hene. Ruxmî ku ev diyalog di vê demê de gelek pêwîst e, lê rejîm ji du salan ve hincetên ne rast diafirîne û bi awayekî cidî nêzî vê diyalogê nabe.

Gelo astengiyên pêkhatina vê diyalogê çi ne?

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û heta niha tu diyalog li derve bi serneketin çi civîn an jî kongre. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew amade ye bê şert tevî diyaloga bi rejîma Sûriyê re bibe da ku çareseriyekê ji Sûriyê re bibînin.

Rejîm ne xwedî biryar e. Ji ber ku ajandeyên derve mîna Îran û Rûsya dest di biryarên wê de dike. Her wiha rejîm heta niha xwe zihniyeta şofînî xilas bibe.

Rolek mezin a gelan di pêkanîna biryaran de heye, bi nêrîna we çi ji wan tê xwestin ji bo ku ev diyalog pêk were?

Gel di vê mijarê de xwedî rolek mezin e. Xwepêşendanên cidî ji hêla gel ve çêbûn û bang li rejîmê kirin ku bi Rêveberiya Xweser re dest bi diyalogê bike. Lê heta niha tu diyalog pêk nehat. Hevdîtinên çêbûne jî hêzên paşveru û şofînîst ên rejîmê tev lê bûn. Wan jî biryarên xwe li ser Rêveberiya Xweser ferz kirin.

Wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê em hewl didin diyaloga Sûrî-Sûrî çi bi rejîmê re yan jî opozîsyona li Sûriyê re bi ser bixin. Partî, partiyek gel e û ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê pêk tê.

Heger diyalog bi ser ket, gelo pêşeroja Sûriyê dê çawa be?

Heger diyalog di navbera her du aliyan de pêk were, dê rê li pêşiya dewleta Tirk û dagirkirina axa Sûriyê were girtin. Dê her du hêz QSD û artêşa rejîma Sûriyê bi hev re koordîne bikin ji bo ku êriş û planên Tirkiyê yên mêtîngerî tune bikin.

Peyama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji dewleta Sûriyê re çi ye?

Peyama me diyar e ew jî diyalog e. Mijara ku em vegerin rewşa beriya 2011`an ne gengaz e. Em amade ne diyalogê birêve bibin. wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê em nûnertiya gelê Sûriyê bi tevahiya çînên wî dikin.

Ez ji gelê Sûriyê re dibêjin, em bi diyaloga Sûrî-Sûrî bawer in. Bêyî diyalog çareserî ne pêkan e. Diyalog bi nêzîkbûnê pêk tê. Wê demê em ê karibin çareseriyan dûrî ajandeyên derve dînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din