"Rêveberiya Xweser çareserê aloziya Sûriyê ye"

Mijarên giring ên wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî li herêmê di komîteya destûrê de, her wiha tecrûbeya Rêveberiya Xweser weke mînak ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, mijarên civîna di navbera partiyên siyasî û şandeya Birêtanî de bûn.

Di çarçoveya serdanên ku şandeya Birêtanî li herêmên Bakurê Sûriyê dike, îro şande li Daîreya  Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê re civiya.

Endamê Parlenemtoya Birêtanî yê Partiya Karkeran Lloyd Russell Mouille, nûnerên Partiya Kekerên Brîtanya ya di Meclisa Lords de Morris Klasman û nûnerên herdu partiyan Muhafezekar û Karker ji Simon Dobbins, Ben Norman, Claire Baker, Ryan Falger, Dan Spage, Bambus Karlamps û Crispin, tevlî civînê bûn.

Ji aliyê partiyên siyasî ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokê Partiya Yekitiya Suranî Senherîb Bersûm, Endamê Desteya Tensîq Wetenî Xelef Dawûd, Berpirsê Têkiliyên PYD`ê Salih Muslim, Sekertêrê Pariya Partî Demokraîtk a Kurdistanê-Sûriyê Ebdullkerîm Seko, Hevserokê Partiya Aşitî ya Demokratîk Telal Mihemed, Nûnera Partiya Kesk a Kurdistanî Fatime Ehmo, Hevseroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanî Barîn Metinî, Nûnerê Partiya Yekitiya Lîbral a Kurdistanî Diyab Temo, Nûnera Desteya Wetenî ya Erebî Huda El-Nedas, Nûnerê Partiya Çep a Demokratîk Umran El-Sîd, Nûnerê Partiya Piratî ya Kurdistanî Ednan Kîlo, Nûnerê Tevgera Nû ya Kurdistanî Ebd El-Xenî, Nûnerê Yekitiya Niştimanî ya Azad Bîcan Îbrahîm û Nûnerê Partiya El-Wîfaq Azad Ehmed, tevlî civînê bûn.

Di destpêka civînê de, Lloyd Russell Mouille axivî û got: “We gelek qurbanî di oxira parastina herêmê û parastina cîhanê de, nexasim di şerê li dijî xetertirîn rêxistinên terorîst DAIŞ`ê, da. Cîhan îro bi tevahî deyndarê herêmê ye ji ber ku teror nehiştin belav bibe û ew tune kirin. Em baş armancên gelê herêmê yên jiyankirina di atmosfêrekî azad û demokratîk de dûrî zulimê nas dikin. Her wiha em dizanin ku astengiyên mezin li hemberî van daxwazan hene.”

Mouille wiha dewam kir: “Em desteka hewldanên Rêveberiya Xweser û  tecrûbeya demokratîk ku li herêmê rû dide dikin, bi hemû awayî em ê alîkariya herêmê dewam bikin, ku jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan heye, em ê di dewam danûstandinan bi hemû aliyên siyasî ji bo parastina herêmê dûrî derxistina tevliheviya ewlehî û istqrarê, dewam bikin, her wiha ji bo nûnertiya pêkhateyên herêmê di hemû xebatên siyasî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, destekê bidin.”

Her wiha nûnerên partiyên siyasî di civînê de îşaret bi girîngiya veguhestina tecrûbeya li herêmê ji raya giştî li Birêtanya re û veguhestina gefên ku rastî herêmê tê, ji binpêkirinan û rûxandina û şerê çeteyên DAIŞ`ê û hişmendiya wê li herêmê, her wiha girîngiya xebatê ji bo zexta siyasî ji aliyê Birêtanya û partiyên wê yên siyasî ji bo beşdarkirina pêkhateyên herêmê bi rêya Rêveberiya Xweser û partiyên wê yên siyasî di hemû xebatên siyasî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê. Her wiha tecrûbeya Rêveberiya Xweser bikin mînaka çareseriya aloziyê ya ku mafê hemû gelê Sûriyê misoger dike.

Piştî ku civîn bidawî bû, şandeyê berê xwe da navenda TEV-DEM`ê ji bo hevdîtinan bi kesayetên siyasî re bike.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din