Rêveberiya Xweser buhayê ceh diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfet da bazirganan ku kîloya ceh ji cotkaran bi 150 lîreyên Sûriyê bikirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji bo nîqaşkirina rewş û buhayên berhemên çandiniyê yên îsal, civînek li dar xist.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê, nûnerên yekitiyên cotkaran ên Rêveberiya Xweser û Sivîl beşdarî civînê bûn.

Di civînê de biryar hat dayîn ku bazirgan kîloya ceh ji cotkaran bi 150 lîreyên Sûriyê bikirin, her wiha derfet da ku ceh derxin derveyî herêmên Rêveberiya Xweser jî.

Di civînê de her wiha behsa guhartina buhayê genim jî hat kirin. Beriya demekê buhayê kîloya genim bi 225 lîreyên Sûriyê hatibû diyarkirin.  Buhayê genim dê di civîneke de were diyarkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din