Rêveberiya Xweser biryarên nû têkildarî hilberîna pembo dan

Li ser daxwazên yekitiyên cotkaran ên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar hate dayîn ku rê li pêşiya cotkarên pembo bê vekirin da ku hilberînên xwe bifiroşin bazirganan. Her wiha derî ji bo bazirganî û derxistina kel û pelan ji derveyî herêmê re tên vekirin.

Biryar di civîna Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser de bi tevlêbûna hevserokatiya meclisê Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid û cîgirên wan, hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê, yekitiyên cotkaran ên rêveberiyên xweser û 7 rêveberiyên sivîl û nûnerên Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê hate dayîn.

Beşdarên civînê piştî ku nêrînên nûnerên yekitiyên cotkaran ên 7 rêveberiyên sivîl girêdayî lêçûna çandina her donimekê li her herêmekê guhdar kirin, lêçûnên çandina her donimekê ji pembo nîqaş kirin.

Her wiha beşdaran nîqaşa buhayê pembo li dewletên cîran û herêmên Sûriyê yên din û nirxê ku Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dikare hilberînê ji cotkaran bikire, gotubêj kir.

Beşdaran li ser daxwazên yekitiyên cotkaran li hev kir ku cotkar dikarin hilberîna xwe bi buhayekî serbest bifiroşin bazirganan û ji bo hinardekirina hilberînê dê derî ji bazirganan re werin vekirin.

eh

ANHA


Mijarên Din