Rêveberiya Xweser biryara vekirina du dergehan da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara vekirina du dergehan ji bo hefteyekê da.

Ji ber tedîbîrên li dijî koronavîrusê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hemû dergehên bi herêmên rêveberiyê re girtin.

Rêveberiya Xwese îro bi daxuyaniyekê biryara vekirina dergehên Tebqa û Tahiya da, her du dergeh wê roja Sêşema bê heta 26‘ê Gulanê ji bo çûn û hatinê vekirî bin.

Rêveberiya bi biryara 48 a derbarê vekirina herdu dergehan de bang li welatiyan kir ku rêgezên xweparastinê ji vîrusa Koronayê bi cih bînin.

Dergehê  Tebqayê li herêma Tebqayê dikeve, dergehê Tahya yê başûrê bajarê Minbicê dikeve. Her dergeh herêmên Rêveberiya Xweser bi herêmên di bin kontrola hikuketa Sûriyê de girê dide.

ANHA


Mijarên Din