Rêveberiya Xweser: Bila gelên me amade bin û piştgiriya QSD`ê bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got biryara agirbestê ne ji berxwedana dîrokî ya şervanên QSD`ê bûya, nedihate dayîn. Her wiha zexta navdewletî ku piraniya dewletan li dewleta Tirk kir û banga amadekariyan û piştgiriya QSD`ê heta ku biryara agirbestê bi temamî were ragihandin, kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê lihevkirina agirbestê de ku di navbera DYA û aliyê Tirkiyê de hate kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tekez dikin ku em ê li gorî biryara agirbestê ku cîgirê serokê Amerîkayê Machil Bins û wezîrê karên derve Mike Pompeo û aliyê Tirkiyê li serê li hev kiriye, tev begirin.

Em tekez dikin ku ne ji berxwedana dîrokî û giranbuha ya şervanên QSD`ê bûya, ev biryar nedihat dayîn. Her wiha zexta navdewletî ku piraniya dewletên cîhanê li Tirkiyê kir û êrîşên wê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Cîhan li hember êrîşên dewleta Tirk ên hovane bûn yek. Her kes li kêleka QSD`ê  ku li şûna tevahî cîhanê şerê DAIŞ`ê kir û zêdetirî 11 hezar şehîd û bi hezaran birîndar dan, sekînin.

Lê dewleta Tirk li gorî biryara agirbestê tev nagere. Heta niha şer li hindek herêman heye û bi taybet Serêkaniyê û di encama wê de şehîd û birîndar hene.

Em ji gelê Sûriyê re tekez dikin ku ev lihevkirina ku çêbû, dê ji bo herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de derbasdar be.

Li gorî biryarê vegera hemû koçber ên ji hemû pêkhateyên ji bo herêmên xwe dê were mîsogerkirin. Ev yek wê rê nede rêjîma Tirkiyê ya faşîst ku siyasetên xweyên qirkirina etnîkî, guhertina demografîk pêk bîne, her wiha wê nehêle ku rejîma Tirkiyê ku herêmên din ên xaka Sûriyê ya paqij dagir bike.

Hindek bendên di biryarê de dive bi DYA`yê re werin nîqaşkirin, ji ber ku  ew berpirs e.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya QSD`ê dikin ku hemû planên Tirkiyê yên dagirkeriyê bi xwîna şehîdan a pîroz ku ji bo xaka Sûriyê nekeve destê dagirkeran, parast.

Em spasiya hemû dewletên ku di van rojên giran de li kêleka me sekinîn û êrîşên dagirkeran li ser xaka Sûriyê şermezar kirin, dikin.

Bila şênî û gelên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bin û piştgiriyê bidin QSD`ê heta ku biryara agirbestê bi temamî were ragihandin.

Em ji şênî û gelên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li tevahî Sûriyê re bi hemû pêkhateyên wê tekez dikin ku QSD`ê ya ku di nava 5 salan de şerê terorîstên DAIŞ`ê kir û ew têk bir, bi bin ketiye. Ew ti tiştî ji bilî serkeftinê nas nake. Dê heta dawiyê parastina xaka Sûriyê û di çi demê demê de be, bike."

(bx)

ANHA


Mijarên Din