Rêveberiya Xweser bersiva daxuyaniya Rûsya da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku helwetsa wê ya derbarê diyalogên Sûrî de sabit e nayê guhertin û got, hebûn û vegera hêzên Amerîkayê girêdayî berjewendiyên navdewletî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê ya der barê helwesta Rêveberiya Xweser a beşdarbûna nava diyalogên de da.  Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêveberiya Xweser hîna diyalogan esas digire.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Me daxuyaniyên Wezareta Derve ya Federasyona Rûsyayê yên derbarê mijarên diyalogan û çareseriya siyasî ji bo Sûriyê  de şopandin. Bi taybet daxuyaniyên girêdayî rol û helwesta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axaftina birêz Seregi Lavrov ên di duyemîn panêla Aştiyê ya 12‘ê Mijdarê li Parisê de. Di daxuyaniyên wan de hatibû gotin ku divê helwesta Rêveberiya Xweser a ji bo beşdarbûna nava diyalogên siyasî yên der barê Sûriyê de sabit be û mûzakeriyên bi rejîmê re piştî biryara Amerîkayê ya hiştina hêzên xwe li herêmê paşde ketin.

Diyar û zelal e, ku Rêveberiya Xweser ji berê ve û heta niha diyalogan esas digire, ev helwest di her qadan de xist pratîkê û pêk anî. Dewleta Rûsyaya Federal ji detayên vê yekê agahdar e. Rêveberiya Xwese ji beriya salekê ve nexşeya çareseriyê ya ku amade kiribû û îsrara xwe ya girîngiya çareserî û diyalogan diyar kiribû, pêşkêşê aliyê Rûsî kir.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku xebatên ji bo çareseriya siyasî hene, lê heta di aliyê pratîkî de tiştek pêk nehatiye û astengiyên li pêşiyê wê derdikevin nehatin nîqaşkirin. Tişta hêyî di aliyê pratîkî de mijara leşkerî ye. Serkeftina her prosesekê girêdayî du aliyên sereke,yek cidiyeta helwestê ye, di vî aliyê de Rêveberiya Xweser helwesta xwe diyar kiriye ku amade ye bi Şamê re diyalogan bike. Duyemîn jî rol û xebata hêzên aktîv û girîng di Sûriyê de ser serî de rola Rûsya.

Em hîna bi diyalogan bawer in û ji her xebatekê ku xizmetê gelê Sûriyê bike û pêşerojeke demokratîk misoger bike, amade ne diyalogan bikin, em li benda gavên pratîkî yên aliyên din in.

Careke din em diyar dikin ku helwesta me sabit e û bi helwest û pêşketinên li ser erdê rû didin nayê guhertin. Hebûna Amerîka û vegera wê girêdayî gelek aktoran û hîsabên navdewletî û ti carî naveke çarçoveya xebata me ya ber bi diyalogan ve. Helwesta me ji berpirsyariya me ya niştimanî û biryara gelê me.

Li ser vê yekê, divê dewletên aktîv ên bi diyalogên der barê rewşa Sûriyê de bawer in destekê bibin vê helwestê û pêş bixin. Di vê pêvajoyê de hecedariya me bi desteka diyalogan û lihevkirineke Sûrî heye da ku Sûriyê ber bi şer û fitenyên navxweyî  û projeyên parçebûnê ve neçe û rêxistinên terorîst  ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve vengerin, ku rojane xwîna sûriyan dirijînin û gund û milkan wêran dikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin."

ANHA


Mijarên Din