Rêveberiya Xweser bang li Meclisa Ewlehiyê û dewletên erebî kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hovane yên dewleta dagirker a Tirk ku sivîlan dikin hedef, şermezar kirin û bang li Meclisa Ewlehî, Camiyeya Dewletan Ereban û torên çapemeniyê kir ku der barê rûdanên ku pêk tên de, berpirsyar bin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrîşên hovane de îro daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Duh (09.10.2019) herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî dijminatî û êrîşên rejîma Tirkiyê hatin. Di encama vê dijminatiya hovane de gelek şehîdên sivîl û bi dehan birîndar ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî pêkhateyên ku xwîna wan li vê xakê tevlihev bûye, hene.

Dijminatî derbasî cihên perestgeh û dêrên li Qamişlo, Eyn Îsa, Girê Spî û Serêkaniyê jî bû.

Di encama topbaran û bombebaranên bê ser û ber ên li dijî bajarên ewle de, bi hezaran şêniyan ji malên xwe koç kir û li qadan di dirêjahiya şeva borî de pergende bûn.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vê êrîşa berberî û bi hedefa dagirkeriyê û guhartina demografiya herêmê ye, şermezar dikin. Di heman demê de jî bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê, Camiyeya Dewletên Ereb, tevahî rêxistinên mafên mirovan û torên çapemeniyê dikin ku der barê van sûcan de berpirsyariyêên exlqaî yên mirovî raber bikin û dijminatiya li ser sivîlan rawestînin."

(fr)


Mijarên Din