Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê: Li hemberî êrîşan em di sefeberê de ne

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku gel û rêveberî amade ne li hember êrîşa dewleta Tirk a muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bisekinin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Efrînê ya dagirkirî ya ku niha li kantona Şehbayê bi beşdariya bi seden şênî, endamên sazî û rêxistinên sivîl li qada kampa Berxwedanê ya li kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Şêniyên wêneyên şehîd, pankartên bi nivîsên"Îslam...Xiristiyan...Êzîdî, bijî baweriya gelan. Welat, welatê me ye. Na ji dagirkeriya Osmaniya nû re. Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan, Çeçen, Tirkmen û Ermen bijî civaka demokratîk", hildan.

Daxuyanî bi 2 zimanan hat xwendin. Bi zimanê erebî ji hêla hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Bekir Elo û bi zimanê kurdî ji hêla rêvebera Desteya Jinan a Efrînê Zelûxa Reşîd ve hat xwedin.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku rûdanên wê li Rojhilata Navîn dizîvire, pêkhateyên herêmê bi rêya Rêveberiya Xweser karîn parastina aramî, ewlehî û yekitiya pêkhateyên civakê û xaka Sûriyê pêk bianiya. Diyalog bû bigeha rêbaza stratejîk a hundir û derve. Rojekê jî gef li kesî nexwar. Ji dêvla tevahî cîhanê erka şerê terorîstê ya bi nûnertiya rêxistina DAIŞ’ê bi hevkariya bi Koalîsyona Navdewletî re, hilgirt. Bi saya bi hezar qurbanî û canbexşan, DAIŞ’ê di paytexta wê ya li Reqayê de têk bir û li dewleta wê ya li Baxozê bi dawî kir.

Ji aliyekî dîtir ve jî dewleta Tirkiyê bi hemû hêza xwe û bi piştevaniya terorîsta cîhanê ya şandina li Sûriyê, bi taybet jî herêmên kurdan hewl dide vîn, çand û cenê wan têk bibe. Ew jî piştî binkeftina dewleta Tirk di pêkanîna hedefên xwe yên qirêj de. Rojane gefên êrîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku xewnên mezinên xwe yên Osmanî vegerîne, dixwe. Li rexê jî ji krîzên hundirîn ên aborî û siyasî direve ku dagirkirina xaka Sûriyê fireh bike ku li dijî tevahî qanûn exlaqên di têkiliyên navdewletî de disekine.

Ev tevan jî di nava bêdengiya navdewletî û helwestên şermînî, bi taybet ji Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê ya ku hêzên xwe ji sînorê Sûriyê-Tirkiyê vekişandiye, pêk tên.  Tevî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyasetên nerm pêk anîn û tevahî bendên der barê mekanîzmaya ewlehiyê de meşandin jî.

Rêveberiya Xweser tevahî cîhan ji her êrîşekê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişar kir û wiha got: "Her êrîşek pêk hat, dê bi xwe re encamên karaset li ser herêmê pêk bîne, bi taybet bi hebûna bi hezaran terorîstên rêxistina DAIŞ’ê di girtîgehên Rêveberiya Xweser û bi hezaran jî malbatên wan. Ku çi êrîşek pêk hat, di bibe sedema tevliheviya aramiya herêmê. Dê ji nû ve terorî bê vejandin û bibe şansek da ku xwe bi rêxistin bike. Her wiha jî dê bibe sedema koçberkirina bi milyonan ji şêniyên herêmê ber bi dewletên cîhanê ve. Dê ev bibe karaseteke mirovî li rex karasetên berê û bi xwe re jî aloziya Sûriyê dirêjtir bike."

Em li herêmên koçber ên Şehbayê, bi rêveber, gel û tevahî pêkhateyên wê radigihînin ku ji dema êrîşkirina bêserûber li dijî Efrînê de di qonaxeke seferberiyê de ne. Dê bi yek dest û yek dil li hember gefên dewleta Tirkiyê bisekinin.

Di vî warî de, bang li civaka navdewletî, rêxistin û dewletan dikin ku bi erkên xwe yên qanûnî û exlaqî ya qedexekirina êrîşa mehtemel a  dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, rabin. Lê yan jî divê encamên ku nayên pêşbînkirin, tehmûl bikin."

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina berxwedana gel li hember dagirkeriyê, bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din