Rêveberiya Xweser a Firatê li hemberî Koronavîrûsê banga xebateke hevpar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Herêma Firatê piştgiriya xwe bi dewletên ku ji ber Koronavîrusê ziyan dîtine anî ziman û banga xebateke hevpar li dijî pandemiya cîhanî ya koronayê kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi zêdebûna hejmara kesên bi koronavîrusê li cîhanê ketine daxuyaniyek nivîskî weşand. Rêveberiyê sersaxî ji malbatên ku xizmên wan bi koronayê mirine re xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji xaka berxwedanê, ji Kobanaya berxwedarê, ji xaka ku hovîntirîn artêşa cîhanê DAIŞ‘ê têk bir, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê ji bo tevahî cîhanê; em li pêşberî şerekî gerdûnî ne ku tevahî mirovahiyê dike hedef, koronavîrusê ye ya ku sînoran nas nake.

Ji vir, ji Kobanê em piştgiriya xwe bi qurbaniyên tevahî cîhanê re radighînin. Li hemberî vê pandemiyê ya ku mirovahiyê bi mirinê tehdîd dike em bi we re ne. Divê cîhan yekrêziya xwe ava bike, şer û alava kuştin û wêrankirinê bi dawî bike û bi hemû derfetên heyî û di hemû qadan li hemberî vê pandemiyê xebateke hevpar bimeşînin. Her wiha ji bo tunekirina vê pandemiyê û rêgirtina li pêşberî karesetea gerdûn serferberiya giştî ragihînin.

Ji bingehê hezkirina me ya ji aştiyê û tevahî gelên cîhanê re, em sersaxiyê ji hemû gel, netew û dewletên re dixwazin ên ku bûne qurbaniyên vî vîrûsê, di serî de gelê Îtalyayê ku herî zêde ziyan dîtiye. Em bi hêvî ne ku vî kirîza cîhanî ya giran derbas bike û bi ziyanên kêm jê derkeve. Her wiha em şîfa lezgîn ji nexweşan re dixwazin."

ANHA

 


Mijarên Din