Rêveberiya Xweser a Firatê girtina siyasetmedarên Kurd li Bakur û Tirkiyê şermezar kir

Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û civaka sivîl a herêma Firatê sûcên desthilata Tirk ên girtina siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi tawana piştgiriya wan bi berxwedana Kobanê re li dijî êrişên DAIŞ’ê, şermezar kirin.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê îro daxuyaniyek li Qada Jina Azad a li Kobanê der barê destpêkirina desthilatên Tirk a hemleya girtinê li dijî 82 siyasetmedar û hevşaredarên Kurd, da. Hemleya girtinê bi tawana tevlêbûna li dijî xwepêşandanên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 2014’an de ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê ye.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Nîhad Ehmed bi beşdariya bi dehan endamên saziyên rêveberiya Xweser, nûnerên ji civaka sivîl û partiyên siyasî, daxuyanî xwend.

Beşdaran pankartên "Em ê bi hev re li dijî dagirkerî, faşîzm û terorê li ber xwe bidin" û "Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin" hildan.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Bi domana metoda dijberiyê ya li dijî tecrubeyên demokrasî û piştevaniya komên terorîst di serî de DAIŞ’ê, desthilata Tirk a faşîst rêzegirtin li dijî rêveber, endamên rêveber û endamên payebilind ên HDP’ê bi hejmara 82’yan bi tewana piştevaniya Kobanê di êrişa DAIŞ’ê de, pêk anîn.

Van kesên têkiliya me bi hev re biratî û çarenûsî ye, tu carî ji bo piştevaniya birayên xwe yên li parçeya dîtir xwe nedan aliyekî. Vê yekê jî sultanê nexweş qebûl nekir.

Hêdî hêdî tayên girêdana AKP’ê bi rêxistinên radîkal re ku di bin ala Osmaniya Nû de kom dibin, eşkere dibin. Hedefa wê jî berfirehkirin û dagirkirina li ser hesabê tecrûbeyên demokrasî yên şêniyên Sûriyê ye û bi destê çeteyên sûrî vê yekê dike. Dewleta Tirk çeteyên sûrî kirin koleya sultanê xwînrij û li Sûriyê, Iraq, Lîbya û Ermanistanê xwînê sivîlan dirijînin.

Em wekî saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî vê sûcê krêt ku tu girêdana xwe bi demokrasiyê re tune ye şermezar dikin û bang li rêxistinên peywendîdar û dewletên cîhanê dikin ku li hember rejîma Eredogan a ku azadiyan diçewisîne bisekinin. Ji ber ku êdî jiyana siyasî dixeniqîne û azadiyan bê deng dike, her wiha destwerdanê li kar û barên dewletan dike."

(fr)

ANHA


Mijarên Din