Rêveberiya Xweser a Efrînê Komploya Navneteweyî şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Efrînê îro bi daxuyaniyeke nivîskî bi boneya salvegera 22’yemîn Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî yên azadiya Ocalan a fizikî rabin.

Bi sedan endamên desteyên Rêveberiya Xweser li Kampa Berxwedana tevî hildana wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Azadiya rêber Apo azadiya jinan e, biratiya gelan garantiya aştî û demokrasiyê ye" kom bûn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemû bi zimanê kurdî û hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi derbasbûna hêzên modernîteya kapîtalîst a merheleya aloziya bingehîn û bataqkirina çend salên dawîn ji sedsala 20’an, ji wê zêdetir îflasa alavên wê di Rojhilata Navîn de ya bi nûnertiya dewletên neteweyî û berdewama planên xwe ya serwerîkirina li Rojhilata Navîn û çanda wê bi taybet erdnîgariya Mezopotamyayê û gelên wê, xelekeke dîtir li ser xelekên komploya li dijî gelê Kurd zêde bû. Ev komplo ji Peymana Sykes-Picot û çewisandina Serhildana Şêx Seîd a 1925’an, Serhildana Seyîd Riza û darvekirina wî 1937’an û hilweşandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê dest pê dike. 

Lûtkeya komployê gihîşt dîlgirina rêber Apo piştî 30 salî ji pêşengiya wî ya tevgera rizgariya Kurdistanê di astên herî bilind ên têkoşîn û berxwedanê de ku bi wê re jî hebûna gelê Kurd di milê zanebûn û hebûnê de sepand.

Rewşa têkoşîna zanebûyînê ya li ser rêça azadî û demokrasî ku tevgera rizgariyê ya bi fermandariya rêber Apo bi pêş xistiye, tê wateya ku doza Kurd û Kurdistanê ji bin serweriya modernîteya kampîtalîst bi der ketiye û bi wê re jî alavên projeya xwe ya tabet li Rojhilata Navîn a mezin ji dest dane. Bi wê re jî rêbertî dîl girtin, deriyê diyalogê û çareserkirina doza Kurd bi rêya aştiyane, girtin û piştre Iraq dagir kirin.

Modernîteya kampîtalîst dizanî ku stratejiya kaosê ya ku dê li Rojhilata Navîn pêk bîne, tenê dê tevgerên herî birêxistinkirî mîna tevgera rizgariya Kurdistanê wê valatiyê dagire.

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rastiyek e û navenda wê qada Rojhilata Navîn e û her wiha Sûriyê para xwe ya herî mezin ji vî şerî û aloziyê wergertiye.

Tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi baskên xwe yên siyasî û leşkerî ku xwe spart felsefeya neteweya demokratîk a li ser esasê biratiya gelan û xeta azadiya jinan, projeyek pêk anîn û dê vê aloziyê derbas bike. Her wiha tenê rola Apo a aktîf û çarenûsî di pêkanîna aştiyê de heye. Ji lew re di van salên dawîn de tecrîd girantir kirin.

Domandina dîlgirtina rêber Apo israra ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst a li ser metoda ne çareserî yan herî kêm çareseriya ku nakeve xizmeta dozên gelên aştîxwaz û demokratîxwaz. Her wiha der barê tecrîda girankirî de nakokiyên mezin ên derqanûnî hene.

Em wek Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî gelê Kurd, tevahî gelên herêmê ya di şexsê feylesofê azadî û mirovahiyê rêber Apo de pêk hatiye, bi tundî şermezar dikin, bang li dewlet û rêxistinên navdewletî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî ya serbestberdana lez rabin. Her wiha di dawiyê de diyar dikin ku ne her tim di şerên mezin de hêzên hegamonîk bi ser dikevin, lê belê dibe gel bi ser bikevin û hêzên mezin li ser astê rejîm zirarên mezin bidin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din