Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re şermezar dikin

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê êrişên dewleta Tirk û sûcên ku li dijî Efrînê pêk tîne şermezar kirin û diyar kir ku heke Rûsya di çareserkirina aloziya Sûriyê de bi cidî be, divê herêmên dagirkirî ji xwediyên wan re vegerîne, di serê pêşîn de Efrînê her wiha siyaseta guhartina demografiya herêmê bi dawî bike û yekser dest bi diyalogên sûrî-sûrî bike.

Bi boneya salvegera 3’yemîn a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê ku di 20`ê Çileya 2018’an de pêk hatin, Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"3 sal di ser sûcdariya dagirkirina Efrînê re derbas dibe û hîn jî şêniyên wê ku bi darê zorê koçber bûn baweriya wan bi rizgarkirin û vegera li welêt heye.

Piştî aloziya Sûriyê û destwerdanên ji aliyên herêmî û  navneteweyî ve, li ser hesabên gel gelek lihevkirin çêbûn, ji wan lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk e,  ku li ser bingeha wê dewleta Tirk êrişî Efrînê kir û piştre dagir kir. Armanca dewleta Tirk têkbirina gelê Kurd û guhartina demografiya herêmê bû..

Dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê de hewldana hedefgirtina projeya Rêveberiya Xweser bû, ji ber vê projeyê ji bo mirovahiyê projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan xelat kir.

Hikumeta Tirkiyê her tim gelê xwe bi Kurdan ditirsîne, bi bihaneya ku Kurd bûn sedema binketina xwegihandina ji desthilatê re û xeteriyê li ser ewlekariya wê ya neteweyî çêdike,  komên çeteyan derbas kirin da ku li dijî Kurdan şer bike.

Komên çeteyan bi fermanên ji dewleta Tirk hîn jî li dijî şêniyên Efrînê sûcên dermirovî pêk tîne û wan koçber dike, siyaseta birçîkirinê û guhartina demografiyê dide meşandin û şûnwaran hildiweşîne.

Sûcên ku têne kirin bi lihevkiriên herêmî û çavdêriya navneteweyî ye nexasim ên ji aliyê dewletên hegomonîk ên li cîhanê, heke ne bi vî rengî be wê demê çima rêxistinên mafên mirovan bê deng in û ka helwesta Meclisa Ewlekariya Navneteweyî ya li hemberî van sûcan? Êdî diyar e ku dozên mafên mirovan têne hilbijartin û dozên wekî van dozan tenê dema ku dikeve ximzeta berjewendiyên dewletên navneteweyî têne vekirin, di serî de Rûsyayê."

 

 

Li ser vê bingehê Rûsya ku endama Meclisa Ewlekariya Navneteweyî ye bi tu erka xwe ranebû û parastina ewlehiyê û aştiya navneteweyî nekir.

 

terorîst dûrî herêmên serweriya hikumeta Şamê kir û ew li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin kom kirin, piştre ev herêm bûn navendên ku teror lê zêde dibe, li ser vê bingehê terora ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike dê li hemû welatan belav bibe di nava Rûsya de jî."

Ji lew ra heke Rûsya dixwaze ji bo aloziya Sûriyê çareseriyê bibîne divê herêmên hatine dagirkirin vegerîne, di serê pêşîn de Efrîn, her wiha siyaseta guhartina demografiyê berde û yekser dest bi diyalogên sûrî-sûrî bike.

 

Her çi qasî gel hatibin koçberkirin jî, lê bawerî û israra rizgarkirina xakê ji dagirkeran berdewam e û bi saya saziyên Rêveberiya Xweser roj bi roj îradeya gel xurtir dibe."

(eh)

ANHA


Mijarên Din