Rêveberiya Xweser 4 zarokên DAIŞ`ê radestî Almanyayê kirin

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro 4 zarokên DAIŞ`ê yên welatiyên Almanyayê, radestî şandeya Almanî kirin.

Îro şandeyek ji nûnerên derve ya Almaniya bi rêya deriyê Sêmalka gihaşt Rojava da ku hevdîtinê bi şandeya Buroya Têkiliyên Derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bike û 4 zarokên welatiyên Almanî ku li kampa Holê bûn, wergirin.

Şandeya Almanî ji aliyê cîgirê Serokatiya Têkiliyên Derve Fener El-Kiyêd, endamê Desteya Rêveber a Têkiliyên Derve Sena Deham, cîgira Serokatiya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roken Mele Ibrahîm û cîgira Serokatiya Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Qafûr ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî nîqaşên di navbera şande û Buroya Têkiliyên Derve der barê radestkirina zarokan de, li navenda deriyê Sêmalka a sînorê bi Başûrê Kurdistanê re, buroyê her çar zarok radestî şandeya Almanî kirin. Her wiha ew yek piştî ku şandeyê tenduristiya zarokan di aliyê psîkolojîk û bedenî de lêkolîn kir.

Seroka şandeya Almanî spasiya Rêveberiya Xweser û QSD`ê kir.

Li gorî protokolê di navbera Buroya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û seroka şandeya Almanî Manga Clesa ji beşa xizmetguzariyê ya konsolxaneya Wezareta Derve ya Almanyayê her çar zarok hatin radestkirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din