Rêveberiya Xweser 3 zarokên DAIŞ`î radestî hikûmeta Nigeriayê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DAIŞ`yan ên ji Nigeriayê radestî hikûmetên wan kir. Her wiha hikûmeta Nigeria wergirtina çeteyan red kir û got ew ê tenê zarok û jinên DAIŞ`yan werbigre.

3 zarokên DAIŞ`î ku ji Nigeria radestî nûnerên Wezareta Karên Derve ya Nigeria hat kirin. Radestkirin li navenda Têliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo bi civîneke çapemenî, pêk hat.

Nûnerên ji Wezareta Karên Derve ya Nigeria Mûsa Hebîb Marîka, Iyad Mihemed El-Mûdî, Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullkerîm Umer, Cîgirê Hevserokatiya Buroya Derve Fener Kiêt,  her wiha şandeyek Filendayê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Radestkirina zarokên çeteyan piştî civîna çapemenî ku di navbera şandeya Nigeria û Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin, pêk hat. Di civîna çapemeniyê de Fener Kiêt destnîşan kir ku hersê zarok ji aliyê şandeya Nigeria ve hat îsbatkirin ku ew ji Nigeria yê ne, dê radestî şandeyê werin kirin. Her wiha Fener tekez kir ku divê hikûmeta Nigeriayê tedbîrên pêwîst ji bo jinûve amadekirina hersê zarokan û tevlîbûna wan ji nava civakê re, bigre.

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Nigeria Mûsa Hebîb Marîka îşaret bi alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wan re kir û spasiya hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û berpirsên ji Rêveberiya Xweser li ser vê insiyatîfa mirovî kir û tekez kir ku hikûmeta Nigeria bi hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser berdewam heta ku bighêjin hemû jin û zarokên ji Nigeria ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û wiha dewam kir: "Me lîsteyên navên hemû kesên ji Nigeria yê û di kamp û girtîgehan de xwest da ku em lêkolînê der barê vegera wan de bikin."

Girêdayî pirsa yek ji rojnamevanên ku beşdarî civîna çapemenî bibû ya der barê pêşeroja çeteyên DAIŞ`ê û derfetên vegerandina wan,  Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Nigeria Mûsa Hebîb Marîka got ew ê tenê jin û zarokan werbigirin. Her wiha got welatê wan vegerandina welatiyên xwe yên ji çeteyên DAIŞ`ê û li gel QSD`ê girtî ne, red dike. Mûsa Hebîb Marîka diyar kir ku hikûmeta Nigeria dê destek bide rêveberiyê da ku hesab ji çeteyên DAIŞ`ê were xwestin.

Di dawiya civînê de herdû aliyan kaxezên radestkirina hersê zarokan îmze kir.

Cara herî dawî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19`ê Tebaxa derbasbûyî 4 zarokên ku ji Elmaniyayê radestî hikûmeta welatê wan bi rêya deriyê Sêmalkayê kir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din