Rêveberiya Trump bi fermî ji WHO'yê vekişiya

Serokê Amerîkayê Dunald Trump bi awayekî fermî der barê vekişîna DYA`yê ji Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê de, Kongres agahdar kir.

Senator demokratîk Robert Menendez bi rêya Twitterê piştrast kir ku serok Trump di vê der barê de agahînameyeke fermî pêşkêşî Kongresê kiriye.

Menendez, gava Trump di dema şewba cîhanî de rexne kir û diyar kir ku Trump bi rengekî "tevlihev" nêzî aloziya Koronayê bûye û got: "Dê ne berjewendiyên DYA`yê, ne jî jiyana welatiyên Amerîkî biparêze."

Serokê Amerîkayê Dunald Trump di dawiya Gulana borî de vekişîna DYA`yê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihandibû.

Trump diyar kiribû ku WHO`ê daxwazên Amerîkayê yên têkildarî sererastkirina rêxistinê, bi cih nayne.

Trump her wiha WHO'yê bi piştgiriya bi Çînê re tewanbar kir û got bi awayekî ne rast nêzî aloziya Koronavîrusê bûye.

(cx)


Mijarên Din