​​​​​​​Rêveberiya Tebqayê: Roja rizgarkirina Tebqayê zayîna azadiya me ye

Bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Tebqayê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek da û tê de ev roj wek “zayîna azadiyê” ya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir.

Bajarê Tebqayê her du salên derbasbûyî bi boneya rizgarkirina herêma Tebqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve pîroz dikirin, lê îsal ji ber rewşa Koronavîrusê (Covid-19) rewş hate guhartin û tenê bi daxuyaniyan fermî û medya civakî ve sînordar ma.

Daxuyaniya Meclisa Rêveber a Herêma Tebqayê ku li ser hesabê Facebookê hate belavkirin, wiha bû:

“Îro salvegera sêyemîn a rizgarkirina herêma Tebqayê ji terora DAIŞ`ê ye, lê ji ber rewşa Koronavîrusê tevî ku bi saya tedbîran û pabendiya gelan ji biryarên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê haletên vîrusê dernketin, lê dîsa jî îsal nehat pîrozkirin. Me hêvî dikir ku ev roja dîrokî bihata pîrozkirin û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha cîhan pêk ve wekî her du salên derbasbûyî bi me re kêfxweş bibûya. Ev roj beriya 3 salan QSD`ê qezenc kir û serkeftin pêk anî.

10’ê Gulana 2017`an roja zayîna azadiyê ye anku roja şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurdên xwe, Ereb, Çerkesên xwe û Suryaniyan xwe ve li ber xwe dan û herêm rizgar kirin.

Em salvegera sêyemîn a rizgarkirina herêmê, rizgarkirina îdeolojiyê, aborî û perwerdeyê li gelên xwe pîroz dikin, her wiha vegera Sûriya biçûk jî wekî beriya ku nasnameya wê were çewisandin, pîroz dikin.

Berjewendiyên dewleta Tirk a ku destek da DAIŞ`ê, rê ji wan hêsan kir û da ku xak û mirovan dagir bike, bi hemû karîna xwe bû alîkar. Dewleta Tirk deriyê xwe li pêşiya şêniyên me yên ji ber hovîtiya DAIŞ`ê direviyan, digirt lê heman derî li pêşiya piştevaniya DAIŞ a terorîst vedikir, DAIŞ`iyên terorîst hewldana vegera xewn û xeyalê bav û kelên xwe yên Osmanî dikirin. Lê bi saya îradeya gelan, hevgirtin û hevkariya gelan xewnên dagirkeran û çeteyên li Tebqayê têk çûn, di dawiyê de herêma Tebqayê li xwedanên xwe vegeriya, ji ber canê xwe di oxira rizgarkirina herêmê de dan.

Em soza xwe li hemberî şehîdan dubare dikin û dibêjin em ê xaka xwe ku bi saya şehîdan ji terorê hatiye rizgarkirin, biparêzin. Em ê li hemberî êrişkaran bisekinin û parastina destkeftiyan bikin.

Di heman demê de em sozê didin xelkê xwe yên Tebqayê û navçeyên wê ku em ê di hemû qadan de hîn zêdetir destkeftiyan bi dest bixin, ji wan qada ewlehiyê, perwerde, xizmetguzariyê û qada aborî, pê ve girêdayî em ê di mîsogerkirina adeleta civakî û bicihkirina armancên gelan de berdewam bin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din