​​​​​​​Rêveberiya Minbicê banga rawestandina êrişan kirin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku êrişên xwe yên li ser gundên Minbicê rawestîne.

Ev zêdeyî hefteyekê ye dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî gundên dikevin bakur û rojavayê bajarê Minbicê dikin û sivîlan dikin hedef.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA'yê re axivî û got: "Tirkiyeya dagirker û çeteyên wê gundên xeta sînor domdarî topbaran dikin û sivîlên bi ewle li mala xwe dikin hedef. Ji ber êrişan gelek sivîl şehîd bûn û birîndar bûn. Her wiha ziyaneke mezin gihişt malên wan."

Şêxo diyar kir ku ev êriş ji bo şêniyên Minbicê ne tiştekî nû ne, nîşaneya îflasa hemû plan û komployên li dijî gelê herêmê ye.

Şêxo bang li civaka navnetewî û rêxistina mafên mirovan kir ku fişarê li hemû aliyên ku destekê didin komên çekdar û Tirkiyeya dagirker bikin da ku sînorekî ji van êrişan re deynin.

Şêxo diyar kir ku wan tu carî êrişî dewletên cîran nekirine, berovajî vê, ew hirmeta şêniyên herêmê binpê dikin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo di dawiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku rêya li hemberî êrişan, îsrara şêniyan a berxwedanê û got: "Em di Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê piştgiriya xwe ji şêniyên li ser xeta sînor radigihînin, em mil bi mil bi wan re ne ji bo ev êrişên li ser herêmên ewle were bersivandin."

ANHA


Mijarên Din