Rêveberiya Mergede projeya geşkirina aboriyê pêşkêş kir

Rêveberiya navçeya Mergeda ya kantona Hesekê ji bo geşkirina aboriya herêmê û peydakirina derfetên kar ji zêdetirî 12 hezar malbatan re, li herêmê projeya avakirina bendavên demdirêj pêşkêş kir.

Şêniyên navçeya Mergeda û gundewarên wê ku dikeve  başurê bajarê Hesekê, ji ber zeviyên wan li ser peravên çemê Xabûr in ji Şedadê bigire heta bigihêje bajarokê El-Sade nêzî sînorên herêma Firatê, bi awayeke sereke debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan peyda dikin.

Ji bo piştgiriya warê çandinî û aboriyê, Meclisa Navçeya Mergedeyê bi hevkariya endezyarên pispor, nirxandina projeya avakirina 5 bendavên ku dikarin bi milyon metreyan ava baranê depo bikin bi dawî kir.

Nirxandina projeya bendavan du salan dirêj kir. Heger ev proje hate erêkirin, dê avê ji zêdetirî 38 gundan û zêdetirî 12 hezar malbatên ku li ser dergûşa çemê Xabûrê dimînin re peyda bike.

Ji geşkirina warê çandiniyê li herêma başûrê kantona Hesekê zêdetir, dê derfetên kar ji ciwanan re peyda bike û bêkariyê li wê herêmê bi dawî bike.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Navçeya Mergedeyê Mahir Ebas got: “Ev 5 bendav, bendavên stratejîk in. Wê bi lêçûnên kêm li ser çemê Xabûrê bên avakirin.

Avakirina van bendavan pir giringe. Ji ber ku dê ava baranê ya zivistanê û miqdara avê ya zêde ya bendava Erîşa embar bike û beriya bigihêje çemê Firatê jê sûd bigirin.

Ebas wiha destnîşan kir: "Erka van bendavan ew e ku miqdara avê ya ku têra geşkirina çandiniya herêmê dike, peyda bike. Barên Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina jiyaneke bi rûmet ji şêniyan re sivik dike.”

Ebas diyar kir ku wan ji ber şerê taybat ê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne û dem demê ava çemê Firatê qut dike, ev proje pêşkêş kirine. Ebas axaftina xwe wiha domand: “Me ev proje pêşkêşî aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser kir û  em li benda erêkirinê ne, da ku dest bi avakirinê bikin.”

Ebas axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hemû pêkhateyên herêmê li hember hemû projeyên dijber yên dewleta Tirk ên ku hejandina ewlehiya welêt armanc dikin, hevgirtî bin. Em hêvî dikin ku projeya bendavan were erêkirin, ji ber ku sûda wê digihêje bi hezaran malbatên li Mergedeyê û gundewarê wê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn ava stasyona Elûk a li bajarê Serêkaniyê li ser bajarên kantona Hesekê qut dikin û bi milyonan kes bê av dihêlin.

ANHA


Mijarên Din