Rêveberiya Kampa Holê zaroka bi navê Mîsra radestî Mala Êzidî ya herêma Cizîrê kir

Rêveberiya Kampa Holê ya kantona Hesekê zarokek Êzidî ku ji Şengalê hatibû revandin, radestî Mala Êzidî ya herêma Cizîrê kir da ku wê bighîne malbatê.

Rêveberiya Kampa Holê piştî ku zaroka bi navê Mîsra Reşo Xelef a ji gundê Sîba Şêx Xidir ji nav malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku di nav kampê de dimînin nas dike radestî Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê kir. Mîsra tevî bi hezaran êzîdiyan di êrîşên DAIŞ`ê de li ser Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an de hate revandin.

Mîsra dema hatibû revandin du salî bû. Mala Êzidî hewl da pêdiviyîn tenduristî û yên taybet jê re peyda bike û dê di demek pêş de radestî Meclisa Şengalê bike da ku wê bighînin malbata wê.

QSD`ê piştî tinekirina DAIŞ`ê û rizgarkirina gundê Baxozê  bi sedan zarok û jinên Êzidî rizgar kirin

(şx)
ANHA


Mijarên Din