Rêveberiya Jinan a Tebqayê rewşa siyasî bi jinan re par ve kir

Rêveberiya Jinan û Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civînek ji jinên herêmên re li dar xist û rewşa siyasî parve kir.

Çalakiyên pêngava "Me yekitiya xwe ava kir em bi serketin..Em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin.. ji dagirkeriya Tirk re na" ya ji aliyê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk hatiye organîzekirin didomin.

Di vê çarçoveyê de, îro Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi koordîneya Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ji bo şîrovekirina rewşa siyasî civînek li dar xist.

Civîn li hola Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi beşdariya bi dehan endamên komîte, saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û gelek jinên Tebqayê, li dar ket. Civîn ji hêla endama Meclisa Sûriyeya Demokratîk(MSD) Emîne Reşîd, endama Partiya pêşerojê ya Sûriyê Menar El-Reslî û hevseroka Meclisa Qanûnsaz Roşen Hemê ve hate birêvebirin.

Di civînê de mijara fişartên dewleta Tirk ên li ser penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê hate nîqaşkirin. Hate gotin ku Tirkiyê penberan diqewitîne û wan neçar dike ku derbas derbasî herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê û komên çete de bibin. Her wiha hate destnîşankirin ku jiyana wan penaberan dixe xeteriyê û gelek kes ji taybet ciwan li herêmên ku Tirkiyê ew derbasî kirine li pêşberî girtin û êşkencekirinê ne.

Di nîqaşan de bal hate kişandin ser gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hatin gotin: "Tirkiyê hewl dide cîhanê dixapîne ku armanca wê parastina ewlehiya nîştimanî ye. Lê armanca wê berovajiya wê ye, terorst ên ku bi piştevaniya dewleta Tirkiyê li herêmên dagirkirî ji Cerablus heya bi Idlibê û Efrîna dagirkirî ve komkujî û binpêkirinan pêk tînin. Ew jî li pêş guh û çavên cîhanê pêk tê û bê deng in."

 Her wiha axêveran bêdengiya rejîmê Sûriyê ya n der barê gefên Tirkiyê yên dagirkirina parçeyên nû ji xaka Sûriyê de, şermezar kirin.

Axaftvanan diyar kir ku "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke siyasî re derbas dibe. Rêveberiya daxwaza parastina yekitiya Sûriyê bi giştî dike. Lê Rûsya û Tirkiyê bi biryaran dilîzin û her yek ji wan dixwaze serweriya xwe li Sûriyê zêde bike. Tirkiyê daxwaze herêmên dîtir ji Sûriyê dagir bike. Li aliyekî dîtir jî Sûriyê û Rûsya hewl didin bi hev re li bakurê Sûriyê bixebitin da ku xêr û bêrên wê talan bikin."

Di nîqaşan de jî hat tekezkirin ku Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), YPG û YPJ’ê dikarin xakê biparêzin û li hember dagirkeriya Tirkiyê bisekinin weke çawa ji ber hemû cihanê ve DAIŞ’ê têk birine.

Di dawiya civînê de hate teqezkirin ku pêkhateyên Bakurê û Rojhilatê  dê di yek xendeqê de li hember diminahiya Tirkiyê bisekinin û destkeftiyên ku bi keda xwîna şehîd û berxwedaniya jina azad hatin bidestxistin biparêzin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din