Rêveberiya Jinan a Reqayê civîna xwe ya salane ya 3’yemîn li dar xist

Rêveberiya Jinan şaxê Reqayê civîna xwe ya salane ya 3’yemîn li dar xist û tê de karên par nirxandin û plansaziya îsal diyar kir.

Endamên hemû komîteyan, Meclisa Jinan a li gundewarên Reqa û bajêr tev li civînê bûn û hejmara jinên beşdarî civînê bûn, gihaşt 120’an.

Piştî rêzgirtinê, endama rêveber a Rêveberiya Jinan a  Reqayê Solîn Mihemed salvegera 3`yemîn a damezrandina Rêveberiya Jin a li Reqayê pîroz kir.

Paşê endama Koordînasyona Jin a xeta başûr, Asya El-Abdullah axivî û got sala derbasbûyî saleke tijî aloziyên hundirîn û derve û rageşiyan bûn, her wiha bi dagirkeriyê û vîrusa Koronayê û pê re aloziyên aborî re rû bi rû ma, lê bi destpêka îsal re gelê Sûriyê nêzîkî salvegera 10’an a tevgera xwe ya şoreşgertî ya aştiyane dibe, ku piştre veguherî awayên tundiyê, qetilkirin, teror û koçberkirinê. Li vir rewşa siyasî ya Sûriyê dikeve nava hesabên herêmî yên navneteweyî û dûrî daxwazên gelê Sûriyê û pêkhateyên wê ye. 

Piştre Endama  rêveber a Rêveberiya Perwerdê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê Îtîmad Ehmed rapora rewşa rêxistinî ya 2020’an xwend û got ku di pêvajoya sala derbasbûyî de endamên rêveberiya jinan xwe îsbat kir,  ev yek jî bi rêya hemleyên ku li herêmê bi rê ve birine pêk hat. Jinan bi rêya hemleyên xwe hewldana rizgarkirina ji hişmendiya mêrên serdest kir û perwerdeyên wekî; xwendin û nivîsandin, terzîtiyê û perwerdeyên hemşertiyê vekirin.

Paşê têkildarî kar û xebat û destkeftiyên rêveberiya jinan û gundewarên wê yên 2020`an sînivîzyonek hate pêşandin.

Dûvre beşdaran, ji bo ku astengiya li pêş jinan a di 2020’an de derbas bûne, nîqaş û pêşniyarên xwe kirin, planên sala nû danîn.

Civîna salane bi van pêşniyaran bi dawî bû:

-Ji bo pêşxistina jinan kar û xebat were kirin.

-Divê jin ne tenê tev li qadên civakî û leşkerî bibin, lê divê tev li qada siyasî jî bibin.

-Ji bo hemû jinên nizanin bixwînin û binivîsin perwerde werin vekirin.

-Ji aliyê aborî ve piştgiriya jinan were kirin da ku xwe xwedî bike.

-Serdana malan were kirin û her meh rewşa siyasî ji wan re were nirxandin.

-Divê derfet ji endamên komînên jinan re ji bo xebata li saziyan were vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din