Rêveberiya herêma Hesekê tevlî hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê bû

Rêveberiya herêma Hesekê tevî hemû saziyên sivîl ragihand ku ew tev li hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê bûn.

Rêveberiya herêma Hesekê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tev li hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Herêma Hesekê Civîn Remo ve li çerxerêya El-Itfaiye (Agirkujiyê) hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di vê demê de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker rastî qirkirina komî tên. 9`ê Cotmeha derbasbûyî dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di êrişên xwe de çekên pêşketî û giran bikar anî her wiha çekên qedexekirî û alavên pêşektî bi erêkirina Amerîka, Rûsya û bêdeniya navdewletî û cîhanî, bikar anî.

Li ser vê xakê berxwedaniyeke xurt ji aliyê QSD`ê ve ku bi hemû hêz û îradeya xwe li hember êrişan sekînin, hat kirin. Em weke şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ji bo parastina xaka xwe heta bidawîkirina êrişên hovane li ser xaka me, amade bin. Di hemû deman de dê berxwedaniya me bilind be.

Dîroka dewleta Tirk tijî qirkirin û kiriyarên dermirovî li dijî gelane. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hemleya mezin a boykotkirina kelûpelên Tirkiyê didomînin. Ev hemle pir xurt bû. Bandorya wê li ser aboriya Tirkiyê çêbû. Bazirganên Tirkiyê bi dehan bazirganan rêdikin herêmên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê da ku kelûpelên wan bifroşin.

Hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê li Zanîngeha Rojava dest pê kir. Em weke rêveberiya herêma Hesekê bi tevahî saziyên sivîl radighînin ku em tev li vê hemleyê dibin. Em ê bi çalakiyên xwe tev li hemleyê bibin heta ku em bighêjin armancên xwe di boykotkirina kelûpelên Tirkiyê de. Tevlîbûna me ji hemleyê re ne tenê boykotkirina kelûpelên Tirkiyê ye lê belê em weke şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka xwe qebûl nakin.

Em ê rastî gelek zehmetiyan werin heta ku em bighêjin armancên xwe di serkeftinê. Ji ber wê divê em weke  şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek lîre jî kelûpelên Tirkiyê nekirin. Ji ber ew lîre dibe gule û zarokên me pê dikujin."

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê û QSD`ê her wiha dirûşmeyên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê hatin berzkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din