Rêveberiya Firinan li Qamişloyê sîstemeke nû ji bo belavkirina nan diyar kir

Rêveberiya Firinan a girêdayî Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê 13 kerevane li taxên Qamişloyê belav kirin da ku şênî nanê xwe jê bigirin. Ji serê sibehê de nan li kerevanan dê were belavkirin.

Rêveberiya Xweser, piştî ku pirsgirêkên firinên nan derketin holê, gelek tedbîr girtin da ku aloziya nan li herêma Cizîrê çareser bibe.

Îro kerevane (nuqteyên belavkirina nan) li taxên bajarê Qamişlo hatin diyarkirin, dê sibe ji seatên sibehê ve nan bigihêje hemû kerevanan. Dê her kîsek nan ji wan kerevanan bi 125 lîreyên Sûriyê were firotin.

Têkildarî mijarê hevseroka Rêveberiya Firinan a Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê Mîdya Osê ji ANHA’yê re axivî. Mîdya xuya kir ku ji beriya 15 rojan ve dest bi çareserkirin aloziya firinên herêma Cizîrê kirine û got: "Me zehemetî di belavkirina nan de dît, ji bo vê yekê me sîstemeke nû ava kir ku em kerevanan ji bo belavkirina nan li ser şêniyan deynin."

Mîdya got: "Dê 13 kerevane werin belavkirin, em ê kerevanan li taxên ku bi hacet e deynin,  li taxên Cûdî, Enteriyê, Elaye, Hilko, Qudûrbeg, Hilêlîkê û Xerbî."

Mîdya li ser sîstema kerevanan wiha da zanîn: "Wê nan ji seat 7`ê sibehê hetanî yekê nîvro vekirî be, rojane wê nan hebe da ku şêniyên taxê nanê xwe jê bigirin."

Mîdya diyar kir ku dê nan li gorî kartên binavkirî were belavkirin û got: "Dê ew kert nûmareya me jî li ser hebe, ji ber ku ger malbat nanê xwe negirt bi me re bikeve têkiliyê da ku em herin şopandinê bikin.”

Mîdya Osê wiha lê zêde kir: "Armanca me ji vê sîstemê ew e ku nan nêzî şêniyan be da ku bi rehetî û bi buhayekî guncaw nanê xwe bistînin." زrê ji me re axivî û got ? sibe ji seatên sibehan de wê nan bighêje hemû kerevanan.


Mijarên Din