Rêveberiya dibistanên Hesekê: Rejîm hewldana rawestandina proseya xwendinê dike

Berdevka Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê got rejîma Sûriyê ji koçberên li dibistanan re dibêje neçin kampan û banga derxistina koçberan ji dibistanan kir da ku derfetê bide xwendekaran ku xwendina xwe temam bikin.

Berdevka Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Cînda Alî Ehmê ji ajansa me re axivî û sedemên koçberkirina şêniyên ji herêmên li ser sînor diyar kir ku di encamê de 19 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par man û dewleta Tirk û çeteyên xwe gund, bajar û gundên nêzî sînor dagir kirin.

Cînda Ehmê bal kişand ser hejmara dibistanên ku koçber lê bi cih bûne û got li bajarê Hesekê 68 dibistan, li Til Temirê jî 65 dibistan û li navçeya Dirbêsiyê jî 26 dibistan ji koçberan re hatine veqetandin. Cînda got girtina van dibistanan bandorê li qonaxa xwendinê ya kantona Hesekê dike.

Cînda Ehmê diyar kir ku ji bo garantiya dûrnexistina xwendekaran ji xwendinê, wan gelek dibistanên koçber lê bi cih bûne, veqetandin û rojane li her dibistanekê 3 danên dewamê hene lê belê saetên perwerdeyê kêm in û li gorî derfetan in. Di gel ku xwendekarên ku yekcar ji mafên xwendinê bê par mane, xwendekarên ji Serêkaniyê û Zirganê ne.

Cînda bang li şêniyên li dibistanên Hesekê bi cih bûne kir ku ji wan re alîkar bin û ji dibistanan derkevin da ku xwendekar sala xwe ya xwendinê berdewam bikin û li Kampa Waşokanî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kiriye, bi cih bibin.

Cînda Ehmê bal kişand ser ku rejîma Sûriyê di derxistina nakokiyan de “jêhatî” ye û bi vê yekê dê koçberan li dibistanan bihêle û proseya xwendinê asteng bike. Di gel ku rêgeza ku her neteweyek bi zimanê dayika xwe dixwîne, li xweşiya rejîma Sûriyê nehatiye û tevliheviyê di hundirê dibistanên ku koçber lê bi cih bûne, derdixe da ku koçber ji dibistanan dernekevin û wiha domand: “Em jî wek Desteya Perwerde û Fêrkirinê em ê bi şêniyên xwe bidin bawerkirin ku divê ji dibistanan derbikevin, da ku xwendekar li xwendina xwe vegerin.”

Tê zanîn ku di encama êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi sed hezaran şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê, her wiha herêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê koçî herêmên ewletir bûn.

Projeya xwendinê li dibistanên ku nêzî sînor in, rawestiya, her wiha xwendin li dibistanên ku Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan veqetandibûn ku li bajarê Hesekê û gundewarên wê hejmara wan bêhtirî 68 dibistanan e jî hate rawestandin, di heman demê de li hundirê bajêr û bejahiya wê di 200 dibistanan de 24 hezar xwendekar dixwînin.

Di nava wan koçberan de bi hezaran zarok hene û ji ber êrişên artêşa Tirk ku binesaziyê dike armanc, ji mafê xwendina bi zimanê dayikê bê par man.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanan şaxê kantona Hesekê Azad Mehmûd bal kişand ser ku ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 500 dibistanên li kantona Hesekê ji mafê xwendinê hatin bêparkirin. Hin dibistan ji bo bicihkirina koçberan hatin veqetandin û hin dibistan jî ji ber nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ne ketin bin serweriya dagirkeriya Tirkiyê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din