Rêveberiya dergeha Sêmalkayê: Kesên pasportên Iraqê pê re hene, dikarin vegerin

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê ragihand ku kesên pasportên iraqî pê re ne, dikarin vegerin xaka Başûrê Kurdistanê, her wiha 3 roj di hefteya bê de ji bo derbasbûnê hatine diyarkirin.

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de giştînameyeke nû têkildarî kesên pê re pasportên iraqî hene û dixwazin vegerin Başûrê Kurdistanê, derxist.

Di giştînameyê de rêveberiyê destnîşan kir ku rojên çarşem, sêşem û pêncşemê ji hefteya bê ji bo derbasbûnê diyar kirine.

Rêveberiyê di giştînameyê de îşaret pê kir ku sêşema bê (04.08.2020) ji bo kesên pasaportên Iraqê (Dihok) pê re ne, dikarin derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bin, her wiha roja çarşemê jî ji bo kesên pasportên Iraqê (Hewlêr-Silêmaniyê) pê re hene, dikarin derbas bibin û pêncşemê jî kesên ku pê re pasaportên Iraqê (Dihok) hene, dikarin derbas bibin.

Rêveberiyê bal kişand ser ku dê 250 kes ji bo rojên sêşem û pêncşemê derbasî Dihokê dibin.

Rêveberiyê di 28’ê Tîrmeha borî de giştînameyek der barê kesên pasaportên iraqî pê re hene, derxistibû ku tenê kesên li Hewlêr û Silêmaniyê rûdinin, dikarin vegerin.

(fr)


Mijarên Din