Rêveberiya dergeha Pêşxabûrê 49 formên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir

Rêveberiya dergehê Pêşxabûrê 49 formên ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkêş kiribûn, da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, red kir.

Rêveberiya dergehê Pêşxabûrê li Başûrê Kurdistanê der barê serdanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûrê Kurdistanê biryarên nû derxistin. Li gorî wan biryaran, divê hemû agahiyên kesayetî di formê (istîmara) de hebin.

Rêveberiya dergehê Sêmalka ji ajansa me re ragihand ku rêveberiya Pêşxabûrê 37 formên kesên ji Bakur û Rojhilatê bi behaneya ku agahiyên wan kêm in û 12 form bi berhaneyên "sedemên ewlehiyê", red kirin.

Rêveberiya Sêmalka piştrast kir ku agahiyên di formê de temam in, lê tevî vê yekê jî hate redkirin.

(dm)

ANHA


Mijarên Din