Ruxmî pêkanîna makenîzmeya ewlehiyê, Erdogan wê red dike!

Erdogan îdia dikir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser ewlehiya Tirkiyê  ya netewî xeteriyê çêdinin û ruxmî ku gelên herêmê ketine ferqa nerastiya wan îdiayan lê dîsa jî makenîzmeya ewlehiyê li ser sînor qebûl kirin.  Gelên herêmê gotina gelêrî ya erebî ku dibêje “Heta paş derî bi derewker re here”  pêkanîn. Ji ber wê dinavbera Washington, Enqere û Hêzên Sûriye Demokratîk lihevkirina makanîzmeya ewlehiyê hat lidarxistin.

Pêkanîna makanîzmeyê bi rastî pêk hat û dewriyên hevpar di 8`ê Îlonê de hatin meşandin. Lê bi meşandina dewriyan re Erdogan dîsa derket û makanîzma red kir. Pirsa ku li vir xwe dide pêş, gelo Erdogan çima vê makenîzmeyê,  tiştên ku li ser wê di piratîkê de hatine lihevkirin û li gorî hatiye plankirin red dike? Bersîv jî ewqas fikirandin naxwaze. Ev makanîzmeya ewlehiyê nerastiya îdiayên Erdogan eşkere dike. Ji  ber ku  ew di bingehê de ewlehiya herêmê tehdîd dike. Yanî pêkanîna lihevkirinê perdeya ku Erdogan xwe li paş vedişartî, tîne xwarê. Ev makanîzma rê li pêşiya plansaziya wî ya dagirkirina Heleb, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştre Musil û Kerkukê  digre.

Erdogan roja Yekşema borî got ew dixwaze bajar û gundewar bikevin nav herêma “ewle”. Bi vê yekê niyet û daxwaza wî di dagirkirin herêmê de û têkbirina biratiya gelan eşkere kir. Armanca Erdogan tunekirina Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku rewşa ku tê jiyîn di Rojhilata Navîn de ya herî demokratîk û cuda ye. Vê tecrubeyê karî bibe çareseriya tevahiya pirsgirêkên herêmê ji Tirkiyê ve destpê bike heya bighêhe Sûriyê, Îran û Iraqê. Ji ber ku pergala yek netew a serdest çi ji aliyê kêmnetew yan jî pirbûnê, gelên din diçewisîne û mafên wan inkar dike.

Erdogan bi rêya gefên xwe niyeta xwe ya din a guhertina demografiya herêmê û tunekirina Kurdan, eşkere kir. Ev herêm ji Kurd, Ereb, Suryan, Keldan, Aşûr, Ermen, Çerkez û Turkmen pêk tê. Tevî wê jî hebûna bajarên ku serjmariya Kurdan tê de zêde ne. Ev pêkhate rastî komkujiyên Osmaniyan û neviyên wan hatin. Komkujiyên li ser Ermen û Suryan, komkujiyên li ser gelê Kurd, çewisandina Ereban û talankirina berhemên wan tên bîra me hemûyan. Yanî ev gel hemû Erdogan red dikin. Erdogan ji herêma “ewle” armanc dike alîgirên xwe li şûna şêniyên herêmê, bi cih bike. Da ku her demê ku bixwaze, alîgirên xwe bi kar bîne, tevliheviyê li herêmê belav bike û planên xwe yên mitîngerî li herêmê pêk bîne.

Niyeta Erdogan di guhertina demografiya herêmê de beriya çend rojan diyar bû. Erdogan bi vekirina deriyê koçberiyê li hember penaberan ku piraniya wan ne sûrî ne, gef li Ewropayê xwar. Got,  eger daxwaza wî di avakirina herêma “ewle” nenînin dê penaberan ber bi Ewrupayê ve rêke. Bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew bi vegera penaberan ji şêniyên herêmê kêfxweş e. Lê axaftina Erdogan girêdayî milyonek penaberî, helbet ew ji bo pêkanîna planên wî li vê herêmê ye. 

Bê guman, gefên Erdogan ên domdar bandorê li armanca Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ`ê bi serkêşiya DYE`yê dike. Tevî wê jî gefên Tirkiyê dê rê li pêşiya vedîtina çareseriyê ji çeteyên DAIŞ û malbatên wan re yên ku di Kampa Holê de dimînin bigire. Ew çete wek bombeyek demkî ne û di her demê de hazirin, biteqin.

Yanî ne gengaze ku Tirkiye malbatên şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk û Ewlekariya Hundirîn ên ku malbatên DAIŞ`ê di van kampan û girtîgehan de diparêzin tehdîd bike û ew bimînin û DAIŞ`ê biparêzin.

Divê tevahiya cîhanê bikeve ferqê ku Erdogan bi redkirina lihevkirinê dixwaze herêmê dagir bike û planên xwe pêk bîne. Divê DYE û Ewropa bikevin ferqa asta xeteriya êrîşên Erdogan li ser herêmê û rola wê di vejandina DAIŞ,  vegerandina wan ji wan welatan wan re, tevî xeteriya ku dê li wan welatan çêkin. Ji ber wê divê rê li pêşiya gefên Tirkiyê bigirin û sînorekî ji pozbilindiya Erdogan re dînin. Ew Rojhilata Navîn û Ewropayê dixe bin xeteriyê.

Divê gefên ên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur ûr Rojhilatê Sûriyê bi awayekî cidî di berçavan re werin derbaskirin. Ji ber ku peymanên kirêt ên ku Erdogan pêk tîne, tên zanîn û ew amade ye her tiştî bike da ku hebûna Kurd tune bike. Ji destpêka mudexeleya Rûsya û piştgiriya rejîma Sûriyê ve ji sala 2015`an ve stratejiya Erdogan hate guhertin û çavên xwe ji Şamê ber bi herêmên Kurdan ve berda. Erdogan, Heleb firot da ku Cerablus, Ezaz û Babê bi dest bixe. Xûta Şerqiye li beramberî dagirkirina Efrînê firot. Ew niha amade ye Idlibê bifroşe, 3 milyon sûriyên ku li Tirkiyê dimînin û 4 milyon penaberên sûrî yên li Tirkiyê ne li beramberî êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser, radestî Rejîmê bike.

Lê êrîşkirina vê herêmê ne hêsane û ne ku ji artêşa Tirk re seyran e. Sînor dirêj e û 400 km. Tirkiyê û çeteyên wê nikarin mîna van eniyan veke. Fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mezlûm Ebdî got her êrîşek ji aliyê Tirkiyê ve dê vê eniya dirêj veke. Yanî şerek mîna vê dê dirêj be û ji tevahiya aliyan re biha be. Bi taybet li gel ku Erdogan di kirîzek hundirîn de ye. Her wiha dê temenê şerê Sûriyê yê ku lêçûna wê li ser hêzên cîhanî ji sûda wê zêdetir bûye, dirêj bike.

Her êrîşeke Tirkiyê tê wateya ku kedên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ya ku ji  2014`an ve tê dayîn vala biçin. Dê rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê veke. Dibe ku DAIŞ`ê êrîşên Tirkiyê bi kar bîne û careke din rûberên fireh dagir bike. Ji bilî wê jî her êrîşeke Tirkiyê dê jiyana leşkerên amerîkî û koalîsyonê bixe xeteriyê.

Tevî wan hemûyan jî dagirkirina herêma ku bi petrolê zengîn e, ne li gorî berjewendiyên Rûsyayê ye. Ji ber ku Rûsya dizane ku hebûna Tirkiyê wek aliyek tê wateya hebûna NATO`yê. Yanî eger Erdogan herêm dagir bike, wê demê dê pişta xwe bide Rûsan. Yanî Rûya û rêjîm jî wê nikaribin Tirkiyê ji wê herêmê derxînin. Bi taybet  piştî tecrubeya dagirkirina Tirkiyê bakur Qibrsê (di 1974`an de). Leşkerên Tirk heya niha tê de ne û jê derneketin.

Ji ber şertûmercên heyî ji Erdogan re ne guncew in da ku êrîş bike. Bi rêya bilindkirina asta gefên xwe hewl dide tawîzan ji Emerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk bigre û timayên xwe pêk bîne. Bi taybet li gel ku aloziya rastîn di Idlibê de dijîn. Tirkiye hewl dide li ser bena nakokiyên Rûsya û Emerîkayê bilîze, lê  êdî ew siyaset sûdê li Erdogan nake. Nêzîkbûna Erdogan bi Rûsyayê re, tê wateya dûrketina wî ji Emerîkayê û berovajî wê rast e. Di her du helatan de Edogan dê winda bike  û eger Rûsya û Emerêka lihev bikin dê windahiya Erdogan duqat be.

Ji geşedanên dawîn ên ku rû didin xuya dibe ku ew  ber bi windakirina Sûriyê ve diçe. Ji ber ku siyasetên Erdogan di tevahiya cîhanê de li dijî siyasetên dewletên derdorê, Yekîtiya Ewropayê, Rûsya û Emerîkayê ne. Êdî Erdogan bûye jêdera serêşê ji tevahiyan re û pêwîste jê xilas bibin.

(şx/bm) 


Mijarên Din