Ruhanî: Em amade ne bi du şertan bi Washingtonê re diyalogê bikin

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di axaftina xwe de di televizyona fermî ya Îranê de got welatê wî amade ye bi DYA`yê re diyalogê bike eger Washingtonê cezayan li ser Îranê rake û veger lihevkirina nuklerî ya 2015`an a ku DYA`yê xwe jê kişandiye.

Ruhanî wiha domand: "Em hertim bi diyalogê bawer dikin...eger ceza rakin, zextên aborî bi dawî bikin û vegerîn peymanê em amade ne îro û niha û li ku derê dibe bi Amerîkayê re diyalogê bikin."

Amerîka di daxuyaniya xwe de di civîna ajansa enerjiya atomî hefteya borî de, reftariya rejîma Îranê destnîşan kir  û carek din teqez kir ku Washington amade ye bi Îranê re diyalogê bike.

Di daxuyaniyê de Amerîka ev tişt diyar kir: "Îranê bi firehkirina bernameya xwe ya nuklerî hewl dide civaka navdewletî şantaj bike. Ev şantaj ti bandora wê li cezayên ku li Îranê hatine ferzkirina tune ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Washington amade ye bê şertên pêşîn bi Îranê re bikeve diyalogê û derfeta vegera têkiliyan mîna berê heye.

Îran roja Duşemê ragihandibû ku wê dest bi meyandina uranyomê bi rêjeya ji sedî 4.5 kiriye. Her wiha zêdekirina embara xwe ji uranyomê yê meyandina kêm eşkere kir.

Îran dibêje ew bersîva cezayên aborî ku DYA`yê lê ferz kirine dide, piştî vekişîna Washingtonê ji lihevkirina nuklerî beriya salekê.

Yekitiya Ewropayê îro bang li Îranê kir ku tevahiya çalakiyên xwe yên meyandina uranyomê yên ku peymana nuklerî bi hêzên mezin re binpê dike, rawestîne.

(şx)


Mijarên Din