Wezîrê parastinê yê Rûsyayê bi rêya televîzyonê wiha axivî: "Ne tenê her tişt sekinî, lê belê rewş her sal xirabtir dibe."
Li ser pirsa ‘çima têkiliyên Rûsya û NATO`yê li ber ketinê ne?’ Şoygu wiha bersiv da: "Berî 5 salan hevkariyeke me ya pir xurt bi Brukselê re hebû. Nûnerê Rûsyayê jî li gel NATO`yê heye. Lê îro ev hevkar bi Amerîkayê re ji peyman û lihevkirinan vedikişin. Qada ewlehiyê jî her ku diçe tengtir dibe."
Rûsyayê metirsiya xwe der barê zêdekirina NATO`yê ya lêçûnên xwe yên leşkerî di lûtkeya xwe ya dawîn de, anîbû ziman.
NATO`yê ji bo parastina dewletên Baltîk planek amade kiribû, Rûsya jî vê yekê li dijî berjewendiyên xwe dibîne. Tirkiye jî bi rêya şantaja NATO`yê ji bo xistina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nava lîsteya terorê ku Amerîkayê ev yek qebûl nekir, hewl da ku vê planê asteng bike.