Rûsyayê banga diyalogê li Rêveberiya Xweser û Şamê kir

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang li Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku diyalogê bikin.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov têkildarî êrîşên muhtemel ên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî û der barê plana operasyonê û rewşa herêmê de axivî. Lavrov di civîna xwe ya çapemeniyê ya bi hempîşeyê xwe yê kazax Muhtar Tîleûberdî re ku li paytexta Kazakistanê Nûrsultanê (Astana) pêk anî, diyar kir ku Çavuşoglu jê re gotiye girêdayî prensîba parastina yekparebûn û serweriya Sûriyê ne.

Di berdewamê de Lavrov destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi Kurdan û Rêveberiya Şamê re re têkilî danîne û wiha got: "Me ji bo çareserkirina pirsgirêkê banga diyalogê li Kurdan û Rêveberiya Şamê kir û ji bo destpêkirina diyalogê em amade ne ku piştgiriyê bikin. Helwesta me ya teqez a ji bo çareserkirina pirsgirêkên li vê herêma Sûriyê ev e; m ji bo çareserkirina pirsgirêkên li vê herêmê li aliyê diyaloga di navbera nûnerên Kurdan û Rêveberiya Şamê de ne."

Lavrov anî ziman ku ji bo pêkhatina aramî û berdewamkirinê rêya tekane ya çareseriyê diyalog e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Duh me ji rayedarên Şamê û nûnerên Kurdan jî bihîst ku ji bo diyalogê amade ne. Em amade ne ku di asta herî jor de piştgiriyê bidin destpêkirina vê diyalogê. Em hêvî dikin ku aktorên din jî piştgiriyê bidin vê yekê."


Mijarên Din