Rûsya û Ukrayna girtiyan pev diguherin

Kanala fermî ya Rûsya ragihand ku îro amadekariyên pevguhertina girtiyên rûsî û ukraynî dest pê kir û wêneyên erebeyên ku ber bi girtîgeha Lefortovo ya Moskovê ve diçin, belav kirin.

AFP`ê eşkere kir ku di çarçoveya pevguherîna dîlên rûsî û ukraynî de, îro kalana fermî ya Rûsyayê amadekariyên vê yekê ragihandin.

Tora nûçeyan a Rûsyayê "24"ragihand ku di çarçoveya pevguherîna girtiyan de erebe ber bi girtîgeha Lefortovo ve diçin. Her wiha nûçegihanê AFP’ê agahî piştrast kirin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja pêncşemê bêyî ku demê diyar bike, ragihand ku hejmareke mezin ji girtiyan bi hev ve hatin guhartin. Her wiha destnîşan kir ku dê ev gav, gava destpêkirina têkiliyên di navbera her du welatan de be. Tê zanîn ku piştî gihandina nûnerê berê Vladimir Zelinsky di Gulana derbasbûyî de ji îptalkirina hikumê Ukraynayê re têkilî dest pê kirine.

Moskovê zehmetiya hevpeymana ku dê di nav de proseya navên girtiyan hebe, dibîne.

Di hefteya derbasbûyî de çapemeniyê bi bîr xist ku proseya guhartina girtiyan nêz bûye, her wiha girtiyên ukraynî ji girtîgeha Lefortovo ya Moskovê re hatin veguhastin, lê diyar ku amadekarî hatine rawestandin û navên girtiyên di nava vê biryarê de ne, ne diyar in.

Navdartirîn girtiyê ukraynî çalakgerê bi navê Oleg Sentsov (43) e ku di sala 2014`an hate girtin û cezayê 20 salan lê hate birîn. Oleg Sentsov bi tawana êrîşên terorîstî hate girtin.

Girtiyên din ên ku dibe ku ew jî werin pevguhartin, 24 dergevanên ukraynî ne, Rûsya li beramberî nîvgirava Qirim di Mijdarê de hatin girtin ku ew jî aloztirîn rûdana di navbera her du welatan de ye.

(eh)


Mijarên Din