​​​​​​​Rûsya têkildarî ketina helîkoptera wê li Til Temirê daxuyanî da

Rûsyaya têkildarî nûçeya ketina helîkopetera wê li Til Temirê got: "Helîkopter ji ber sedemên teknîkî neçar ma ku dakeve û tiştek bi taximên wê nehatiye."

Wezareta Parastina ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bûyer îro (Yekşemê) rû da, dema ku helîkopterekê wê bi tîpa "Mi-35"  dewriye li asîmanê herêma Til Temirê ya gundewarê Hesekê pêk dianî.  Her wiha destnîşan kir ku leşkerên di helîkopterê de dimildest veguhestin balafirxaneyê, lê tu xeterî li ser jiyana wan nine.

Wezaretê ragihand ku tu êrişên li ser leşkerên di helîkopeterê de pêk nehatiye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan danbûn ANHA'yê, helîkoptereke Rûsyayê di navbera gundê El-Rêhaniyê û El-Qasimiyê yên li bakur rojavayê navçeya Til Temir ya kantona Hesekê de kete xwarê û 3 leşkerên wê birîndar bûn.

ANHA


Mijarên Din