Rûsya: Rejîma Sûriyê dê Idlibê agirbesta yekalî pêk bîne

Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê eşkere kir ku dê rejîma Sûriyê ji sibê ve dê li Idlibê agirbesta yekalî ragihîne.

Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê ya li Sûriyê daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku dê rejîma Sûriyê ji 31’ê Tebaxê (sibê) ve li Idlibê agirbesteke yekalî bide destpêkirin.

Di daxuyaniya navendê de wiha hate gotin: “Ji bo ku li Idlibê îstîqrar pêk bê, hêzên hikumeta Sûriyê li herêma kêmkirina şer bi awayekî yekalî ji 31’ê Tebaxa 2019’an saet ji 06:00’an ve ji bo pêkanîna agirbestê lihevkirin pêk hat.”

Dirûşmên “Artêşa Tirk a xayîn”

Li herêmê operasyonên rejim û Rûsyayê berdewam dikin. Her wiha şêniyên Idlibê ji ber ku li hember operasyonan parastina wan nake, li hember dewleta Tirk meşek li dar xist. Çalakvan bi dirûşmên “Artêşa Tirk a xayîn” meşiyan ber deriyê sînor ê Bab El-Hewa. Her wiha li Etarib jî meşek li dar ket. 


Mijarên Din