Rûsya nahêle alîkarî derbasî kampa Rukban bibe

Ajansa Reuters ragihand ku hejmara şêniyên di kampa Rukban de ji ber ambargoya Rûsyayê li ser kampê û tevgera wê ji bo alîkariyên xwe bisekinîne, nîvenîv daket.

Ajansa Reuters li ser zimanê xebatkarên alîkariyê yên Sûriyê, dîplomat û şêniyan got hejmara şêniyên kampê ya başûrê rojhilatê Sûriyê ji ber tevgera Rûsyayê ji bo sekinandina alîkariyê nîvenîv kêm bû. Beriya 5 mehan zêdetirî 40 kes li wê derê dijiyan.

Her wiha heman stratejiya salên zehmet ên ambargoyê ku ji aliyê Moskovê û hêzên rejîma Sûriyê ve li ser baregehên berê yên komên çekdar ji bo ku xwe radest bikin, diyar dike.

Kampa Rukban ji bo bicihkirina penaberên Sûriyê hat avakirin. Kamp li herêma bêçek a di navbera Sûriye û Urdunê de ye. Bi hezaran gelê Sûriyê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û topbarana hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê, her wiha kiryarên komên çekdar berê xwe da kampê. Di Çileya 2017`an de hejmara koçberên di kampê de bû 85 hezar.

Ajansa Reuters li ser zimanê yek ji kesayetên navdar di kampê de Mehmûd El-Hemîlî ku ji Humsê reviyaye, diyar kir ku rewşa wan pir ne baş e û madeyên xwarinê nayên peydakirin.

(bx)


Mijarên Din