Rûsya: Li Idlibê mayîn bi konvoya Tirkiyê ve teqiya, 2 leşker birîndar bûn

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku du panzêrên Tirkiyê li herêma Idlibê hatin teqandin, di encamê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Mudirê Navenda Lihevanînê ya Rûsiyê Himêmîm general Oleg Goravlov di daxuyaniyekê de got: "Komên terorîst ên ne girêdayî Tirkiyê bi armanca têkbirina ewlehiyê li herêma Idlibê ya kêmkirina şer xwestin operasyonan pêk bînin."

Oleg Goravlov anî ziman ku "24‘ê Adarê  bombeyên destan ku terorîstan li ser rêyê çandibûn, bi konvoya Tirkiyê ve teqiya dema ku li nêzî bajarokê Sifohn a parêzgeha Idlibê dewriye pêk dianî. Di encamê de du panzer teqiyan û du leşkerên Tirk birîndar bûn."

Goravlov, anî ziman ku "Komên terorîst di nava 24 saetên dawî de 7 caran herêma Idlibê topbaran kirin. Tu binpêkirina agirbestê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve nehat şopandin."

Tevî lihevkirina li ser agirbestê li Idlibê, lê topbaran berdewam e.

 


Mijarên Din