Rûsya herêma bi navê "Bê çek" bombebaran dike

Ji duh bi şev ve balafirên Rûsya 23 caran gundewarên Idlib  û Helebê yên li herêma bi navê "Bê çek" bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got ku balafirên Rûsya herêma bi navê "Bê çek" bi hovane bombebaran dike. Ew yek di çarçoveya êrişên asmanî ji destpêka mehê ve, bi awayekî giran ji dema agirbestê dawiya meha Tebaxê de, pêk tê.

Li gorî Navenda Çavdêriyê, ji nîvê şevê din û heta niha herî kêm 23 caran balafirên Rûsya herêmên li Has û derdora wê, derdora Bînîn, Merzîta, Mera Hirmê, Sercê, Şêx Mistefa, Mera El-Niuman li bejahiya başurê Idlibê û Kefir Heleb li bejahiya rojavayê Helebê bombebaran kirin. Lê tu agahî der barê encamên êrişê de nehatiye zanîn.

Çavdêriya Sûriyê îro sibehê belav kir ku di mijûlbûna dezgehên çapemeniyê bi êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, balafirên girêdayî rejîma Sûriyê û Rûsya careke din dest bi bombabarana herêma bi navê "Bê çek" kirin. Balafirên şer ên rejîmê ji nû ve  di 4`ê Mijdarê de careke din dest bi bombebaranê kir. Lê balafirên şer ên Rûsya beriya wê di nîviyê meha Cotmehê de dest pê kir û herêm bombebaran kir.

Rojnemeya Ekaz a Erebistana Sûadiyê ji çavkaniyan ragihand ku serokê Rûsya Flademîr Pûtîn biryara şerê komên çete li Idlibê daye û serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed perspektîf wergirtin û biryarê pêk tîne.

(jo)


Mijarên Din