Rûsya û Amerîka însiyatîfa Qahîra erênî nirxand

DYA û Rûsya însiyatîfa giştî ya ku serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê ragihand, erênî nirxandin.

DYA`yê rave kir ku ew bi Wesîqeya Qahîra û xebatên Misr û dewletên din ên ku vegera danûstandinên siyasî li Lîbyayê bi pêşengiya NY`î  kêf xweş e.

Berpirsk werzareta derve ya Amerîka got welatê xebatên Misrê û dewletên din ji bo vegera danûstandinên siyasî yên ku NY`î bi rêve dibe û ragihandin agirbestê, bi erê nirxandin.

Her wiha berpirsê amerîkî got: "Em bang li tevahiya aliyên dikin ku tev li wesîqeyê bibin ji bo ku agirbest pêk were û hemû vegerin danûstandinên siyasî."

Balyozxaneya Amerîka li Lîbyayê di daxuyaniyek xwe de li ser Twitterê got: "DYA`yê bilindbûna dengên siyasî li rojhilatê Lîbyayê bi mereq dişopîne. Em hêvî dikin ku ev deng tev li diyalogek siyasî rastîn bibin. "

Li aliyek din Rûsya wesîqeya Qahîra erênî nirxand û li ser hesabê balyozxaneya Rûsya li Misrê got: "Misr îro ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê însiyatîfek girîng pêşkêş kir. Em xebatên ku bidawîkirina nakokiyê û vegerandina aştiyê ji Lîbyayê re armanc dikin, bi kêfxweşî pêşwazî dikin."

Fransa, Îmarat, Erebistana Siûdî û Komkara Ereban di demek berê de  ragihand ku ew piştgiriya însiyatîfa Misrê dikin.

(şx)


Mijarên Din