Rûspiyên Zirganê: Lidarxistina kongreya neteweyî pêwîstiyek e

Şêx û rûspiyên êlên Kurd yên navçeya Zirganê gotin: “Lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd dê bibe piştevaniya parastina mafên gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê.  Di vê pêvajoya xeternak de lidarxistina kongreya netewî pêwîstiyek e.”

Rûspî û êlên Kurd ên li navçeya Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê di derbarê yekîtiya Kurd û lidarxistina kongreya netewî de ji ajansa me re axivîn.

‘Lidarixistina kongreyê dê berxwedanê li hember krîzan xurt bike’

Mihemed Reşad Hac Xelîl ji êla Omera hêvî kir ku kongreya neteweyî ya kurdî li dar bikeve û wiha got: “Divê di vê pêjavoya xeternak de yekîtiya Kurdan pêk were. Da ku li hember tevahî astengiyên li pêşiya gelê Kurd, di serî de gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiryarên Tirkiyê li dijî gelê Kurd, bê sekinandin.”

Xelîl gotinên xwe wiha domand: “Dewleta Tirk bi rêya gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide destkeftiyên şêniyan bidestxistine têk bibe. Em gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên xwe şopa zarokên xwe yên şehîd bernadin. Em ê destekftiyên ku me bi dest xistine biparêzin."

Xelîl di dawiya axaftina  xwe de diyar kir ku divê kongreyeke neteweyî ya kurdî bê lidarxistin û wiha pê de çû: “Divê yekîtiya refa kurdî û tevahî nêrînên partiyên siyasî pêk bên. Êşên gel bên dermankirin. Armanca sereke ya lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî, yekîtiya refa kurdî ya tevahî parçeyên Kurdistanê, yekîtiya tevahî partiyên siyasî û etnîkên li Kurdistanê ye.”

‘Lidarxistina kongreyê pêwîstiyek e’

Beşar Hemo yê ji êla Badlî got: “Dê kongreya neteweyî ya kurdî piştevaniya parastina mafên gelê kurd li tevahî parçeyên Kurdistanê bike. Gelê kurd dê xwe li pêş tevahî cîhanê bisepîne ku xwediyê maf û welat e.”

Hemo bang li aliyên siyasî û leşkerî yên Kurd kir ku bibin yek û wiha pê de çû: “Gelê Kurd ji dîrokê ve li hemberî astengî û fişarên dewletên desthilatdar, hewl dane nasnameya xwe biparêzin.”

Hemo got: “Divê kongreya neteweyî ya kurdî di nêztirîn dem de bê lidarxistin. Ji ber ku di vê qonaxa niha ya ku em tê re derbas dibin, merhelyeke xeternak û çarenûsî ye. Ji ber dewletên cîran û di serî de Tirkiyê hedefa wê ya yekemîn çewisandina nasnameya kurdî û qirkirina gelê Kurd e. Gelê Kurd terora tevahî cîhan tehdîd dikir têk bir. Ji lew re divê tevahî cîhan bi maf, proje û nasnameya itîraf bike. Her wiah divê li rex me bisekine û piştevaniya me li dijî gefên li ser herêmê bike."

Hemo gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Bi saya YPG û YPJ’ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin parastin û dê bi yekîtiya Kurdan parçeyên Kurdistanê biparêzin."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din