Rûspiyên Til Hemîsê: Em li kêleka hêzên xwe yên rewa ne

Rûspiyên navçeya Til Hemîsê piştgiriya xwe bi hêzên xwe yên leşkerî re teqez kir û diyar kir ku ew ê parastina herêmên xwe ji êrîşan bikin.

Îro Fermandariya Giştî ya QSD`ê der barê geşedanên dawîn ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir û bang li hemû aliyên Ereb, Kurd, Suryan û Aşûr kir ku refên xwe bikin yek û li kêleka hêzên xwe yên rewa bisekinin.

Der barê mijarê de rûspiyekî eşîra El-Bosalim Yûsif El-Ebid wiha got: "Ev herêm herêma me ye û xaka me ye, em amade ne parastina wê bikin. Me gelek qurbanî dan û em bi xwe û gelê xwe bawer in."

El-Ebid da zanîn ku gefên Erdogan wan natirsînin û gel bi hezaran şehîd dan û amade ne ji bo azadiyê bi sed hezaran jî bidin.

Yûsif El-Ebid wiha domand: "Herêmên me rastî zext û gefên serokkomarê Tirkiyê Erdogan tên û herêma ewle hincetek e ji bo herêmê dagir bike. Armanc ji van gefan tunekirina tecrubeya demokratîk e ku metirsiyê li ser sîstemên dîktator çêdike."

Ebdilxaliq El-Ebidellah yek ji rûspiyên eşîra El-Boxalib li navçeya Til Hemîsê jî wiha axivî: "Dewleta Tirk armanc dike ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe. Em li dijî van gefan in û hemû aliyên derve ku destwerdana hundir dikin, red dikin."

Ebdilxaliq El-Ebidellah teqez kir ku ew ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî yên rewa bisekinin û parastina xaka welat bikin û wiha got: "Beriya niha Tirkiyê parçeyên ji Sûriyê dagir kirin û bandora wê li ser herêmên dagirkirî zelal e. Ew jî talankirina welat û mîrasên wê û pêkanîna komkujiyên herî qirêjî der heqê gelê me de ye. Erdogan armanc dike Sûriyê talan û parçe bike."

(jo)

ANHA


Mijarên Din