Rûspiyên Şemerî: Bi pêkanîna projeya netewa demokratîk dê komplo têk biçe

Rûspiyên êla Şemer a Ereb yên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo gotin: "Eşîrên Ereb, Kurd û şêniyên herêmê yek in. Bi fikirê Rêber Ocalan û pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk dikarin komployan têk bibin.”

Piştî 21 sel di ser dîlgirtina Ocalan re derbas bûn, hemû cîhanê dijminahiya dewleta Tirk li dijî firkrê azad hîn zelaltir dît. Dewleta Tirk ne tenê têkiliyên Rêber Ocalan ji cîhanê qut dike, ew di giraveka  girtîgeha Osmaniyan de bi cih kiriye. 

Di 15‘ê Sibata 1999‘an de Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin.  21 sal di ser komployê re derbas bûn, lê gelê herêmên bi xwedîderketina li ramanê Ocalan û pêkanîna wê komplo vala derxistin.

Têkildarî valaderxistina komployê  rûspiyê eşîra El-Amûd a qebîleya Şemer Ehmed Şetî axivî û got: "Eşîr  dikarin bi yekîtya xwe û bi pêşxistina projeya Rêbertî di nava gelan de, komploya li dijî Rêber Ocalan vala derxînin."

Ehmed Şetî projeya Rêber Ocalan bi projeya "Guncaw"  wesf kir û got: "Heya niha kesayetek mîna Rêber Ocalan ku bikare hezkirin û biratiyê di nava gelan de biçîne û  mafên her bindestekî bide, derneketiye."

 ‘PROJEYA OCALAN TEVGERA TIRKIYÊ LI HERÊMÊ ASTENG KIR ‘

Di derbarê rolê fikra Ocalan li hemberî faşîzma hûkumeta tirk AKP'ê jî Ehmed destnîşan kir ku fikirê Ocalan tevgera AKP`ê li herêmê asteng kir, li gel vê yekê dema pêkhateyên herêmê û eşîr yek dest bin dê komployên li dijî gelên herêmê û Rêber Ocalan  têk bibin.

Ehmed got: “Komploya li dijî Ocalan û gelên herêmê heta vê kêliyê berdewam e. Komên çete ên ku dewleta Tirk ew avakirine û ji bo talan, dizî û qirkirina gel şandine herêmên me, ıspata vê yekê ye. Lê bi saya fikirê Rêber Ocalan me karî civakek hevgirtî ava bikin û bibin destek. Lewma komploya dewleta Tirk a li dijî welatê me û li dijî Rêber Ocalan dê bi saya yekîtiya eşîran, bersivdayîna dijmin û piştgiriya QSD`ê, bi dawî bibe."

 ‘KOMPLO, ROJHILATA NAVÎN DIKE ARMANC‘

Rûspiyê êla Şemer ê li gundê Rebîa Hemad Misaid got: “Komplo, Rojhilata Navîn pêk ve dike  armanc. Nexasim fikirê Neteweya Demokratîk ku Rêber Ocalan pê bang dike û em jî niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê vî fikirî jiyan dikin."

Misaid wiha dawî li axaftina xwe anî:" Bi say têgihiştina xelkê, yekîtiya eşîran, yekîtiya li dijî komployên li dijî herêmê û banga serbestberdana Ocalan dê komplo têk biçe. Ji ber kiryarên dewleta Tirk nayên pejirandin û fikirê Rêbertî fikirekî banga yekîtiya gelan û biratiyê û jiyana hevbeş dike.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din