Rûspiyên Şedadê: Teqînên li Qamişlo û kuştina keşeyê Ermen ji pêkanîna şaneyên dewleta Tirk e

Rûspî û nûnerên eşîrên Şedadê, teqînên ku li Qamişlo pêk hatin û kuştina keşeyê Ermen û bavê wî li Dêrazorê şermezar kirin û diyar kir ku ew yek şaneyên dewleta Tirk pêk anîn da ku îstiqrara herêmê têk bibin û fitneyan di nav pêkhateyên wê de çêkin.

Di 11`ê Mijdarê de 2 erebeyên bombebarkirî li bajarê Qamişlo teqiyan, di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Heman rojê keşeyê dêra Ermen a Katolîk Hosîb Bîdoyan û bavê wî li gundewarên Dêrazorê dema ku diçûn serpereştiya avakirina dêra li herêmê bikin, hatin kuştin.

Der barê mijarê de mixtarê eşîra El-Ezawî şêx Ehmed El-Mele got eşîrên Ereb Ii herêma başûr teqînên ku li bajarê Qamişlo pêk hatin û kuştina Hosîb Bîdoyan ku DAIŞ`ê girt ser xwe, şermezar dikin. El-Mele wiha got: "Ev yek girêdana şaneyan rasterast bi êrişkar Tirkiyê re dide tekezkirin.”

Şêx Ehmed El-Mele destnîşan kir ku piştî êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaneyên DAIŞ`ê li herêmê çalak bûn, ew yek da ku hêzên leşkerî li eniyên şer û parastina sînorê welat mijûl bibin.

Şêx daxwaz ji Meclisa Ewlehiyê, YE`yê û hêzên herêmî xwest ku dagirkeriya Tirkiyê têk bibin û sûcên wî yên şer der heqê gelê herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Ehmed wiha domand: "Tirkiyê hewl dide dîroka xwe ya reş di şerê qirkirinê û komkujiyên der heqê Ermenan û paqijkirina etnîkî de, bide vejandin."

Der barê mijarê de nûnerê eşîra El-Bo Emîrê Mihemed Seîd El-Hilo da xuyakirin ku kuştina xiristiyan û Suryanan yek ji çalakiyên Tirkiyê ye da ku fitneyan bixe di navbera gelên herêmê, El-Hilo teqînên li Qamişlo bi sûcên der heqê sivîlan bi nav kir.

El-Hilo diyar kir ku teqînên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî êrişên Tirkiyê li ser herêmê zêde bû, her wiha daxwaz ji Meclisa Ewlehiyê, Rûsya û Amerîka kir ku rola xwe ya aktîf di rawestandina rijandina xwînê û komkujiyên der heqê gelên Sûriyê û taybet Bakur û Rojhilatê wê de pêk tên, bilîzin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din