Rûspiyên Reqayê: Herêma "ewle" projeyeke Osmanî ya qirêj e

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê gotin, ew avakirina  herêma “ewle” ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin kontrola Tirkiyê de red dikin û wiha gotin: “Herêma “ewle” projeyeke Osmanî ya qirêj e.”

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Sûriyê didomîne û ev demeke mijara herêma “ewle” xistiye rojevê. Dewleta dagirker ji Emerîkayê dixwaze ku herêm di bin çavdêriya wî de be.

‘Tirkiye serkêşê terorê ye, çawa daxwaza avakirina herêma “ewle” dike’

Girêdayî mijarê şêxê eşîra Cabat, Telal El-Sîbat destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi çi rêbazê be beşek ji xaka Sûriyê dagir bike û mijara herêma “ewle” yek ji van rêbaz û hincetan e.

El-Sîbat anî ziman ku Tirkiye serkêşê terorê û got: "Tirkiyê, ya ku çeteyên DAIŞ‘ê derbasî xaka Sûriyê kirin, çawa daxwaza avakirina herêma “ewle” dike."

Şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed El-Sewan jî got, Erdogan dixwaze gelê Sûriyê û cîhanê bi herêma “ewle” bixapîne û ev tişt anî ziman: "Herêma “ewle” ya ku car caran behsa wê dike, projeyeke Osmanî ya qirêj e. Ev projeyeke terorîstane ye, Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyê ve dixwaze pêk bîne."

Mihemed El-Sewan bal kişand ser aloziya li herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine û got: "Nakokiyên komên çete li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine delîlê têkçûna Tirkiyê di pêkanîna ewlehiyê ya herêmên ku dagirkirine, ye.”

El-Sewan gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Çima herêma “ewle” wê ne li ser xaka Tirkiyê be? Ji ber ku herêmên me ewle ne. Divê Tirkiyê bes bi kaxezan bilîze û mijarên wiha pêşniyar bike. Ji ber ku qebûl nakin ku dagirkeriya Tirk herêma “ewle” bi rêve bibe."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din