Piştî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin, bi sedan çeteyan xwe radestî QSD’ê kirin. Gel, rûspî û rêveberên herêmê dixwazin ku çete li ser axa ku suc kirine werin darizandin.
Rûspiyên êlên Reqayê diyar kirin ku nabe ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin. Rûsiyan got ku li gel gelê herêmê gelek belgeyên sucên çeteyan hene.
Derbarê kiryarên ku çeteyên DAIŞ’ê herêmê kirine, şêxê êla Tey Elî Mihêmîd wiha got: “DAIŞ’ê xaka me talan û wêran kir. Em weke şêx û rûspiyên êlên Reqayê lêpirsîn û darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xwesre de jî derveyî herêmê red dikin.”
Şêxê êla El-Ceabat Hîlal El-Sîbat jî tekez kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran qurbanî dan û wiha domand: "Em ên mafdartirînin ku lêpirsîna çeteyan li ser xaka ku bi xwîna zarokên me hatiye avadan, bikin. Ji ber zarokên me, ne ku tenê ji bo xaka me, ji bo parastina hemû cîhanê şer kirin.”
(fr)
ANHA