Rûspiyên êlên Ereb li ser peyama Ocalan çi dibêjin?

Rûspiyên êlên kantona Şehbayê têkildarî peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin" Em bi peyama Ocalan ê aştiyê ya ji me re şandî kêfxweş in. Peyam tevkariyê dide avakirina çareseriyek siyasî ya dûrî şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de ya di 12‘ê Tebaxê de bi birayê xwe Memet Ocalan re şandibû silav ji eşîrên Ereb re dişîne. Ocalan dibêje dema li Sûriyê mabû eşîrên li wir baş nas kiriye.

Rûspiyên êlên Ereb ên kantona Şehbayê teqez kirin ku Ocalan dikare aloziya Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn çareser bike.

Rûspiyê êla Denbela Hac Mihemed Îd bi bîr xistin ku di meha Tebaxê de hevdîtin bi Ocalan re hate kirin û got: "Ocalan di peyama xwe de silavên xwe ji eşîrên Ereb ên Sûriyê re dişîne. Em ji aliyê xwe ve bersiva silavên wî didin û bi hêvî ne ku di zûtirin demê de azad bibe."

Hac Mihemed Îd berxwedana Ocalan a ev 20 di girtîgeha Îmraliyê de silav kir û destnîşan kir ku Ocalan ji bo avakirina civakeke demokratîk li tevahî Rojhilata Navîn têkoşîneke bêhempa dike.

Rûspiyê êla El-Bûxemîs Elî El-Xemîsî jî îşaret bi vê yekê kir ku Ocalan di peyama xwe ya dawî de gelek çareyan pêşkêş dike, jê çareseriyên ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê û Rojhilatê Sûriyê, ku tê de dibêje dive çareseriya aloziyê siyasî be.

Elî El-Xemîsî wiha doma da axaftina xwe "Rêya herî guncaw a xilasbûna ji gefên Tirkiyê çareseriya siyasî ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kir, ev rêbaz niha bi mekanîzmeya ewlehiyê li ser erdê tê pêkanîn."

El-Xemîsî di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku bi saya fikir û felsefeya Ocalan pêkhateyên Bakur û Rojohilatê Sûriyê li hemberî gefên Tirkiyê disekinin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din