Rûspiyên êlên Ereb û Kurd: Em ê bi hev re li dijî dagirkeriyê bisekinin

Rûspiyên êlên Ereb û Kurd diyar kirin ku ew ê bi îradeya xwe li dijî her êrîşeke li ser herêmên xwe bisekinin û ew ê piştgiriya hêzên xwe yên lerşkerî bikin.

Gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van demên dawîn de zêde bûne. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya dawî de got ku ew têkildarî herêma “ewle” bi DYE’yê re negihiştine ti encaman û dîsa gefên xwe yên li ser herêmê dûbare kirin.  Li hemberî van gefan bertekên gelê herêmê zêde dibin.

‛Em ê piştgiriya QSD’ê bikin’

Ji rûspiyên eşîra Omeriya Reşad Xelîl got: "Hêzên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û bi serket ketin, dê li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin û şerê wan bikin. Em ê piştgiriya berxwedana wan bikin. Ji ber biryara pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e û ew jî berxwedan e.”

‛Tevahî şerê projeya Neteweya Demokratîk dikin’

Cemal Hac Mensûr ê ji êla Omera anî ziman: " Tevahî şerê projeya Neteweya Demokratîk  a ku me li gorî wê xwe bi rêxistin kiriye, dikin. Em jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me xwe li gorî vê rêgezên birêxistin kiriye. Me di yek xendekî de şer kir. Heger dewleta Tirk êrîşî herêmên me bike em şerê wê bikin.” 

Hac Mensûr gefên Tirkiyê bi helweşîna hundirîn a Tirkiyê ve girêda û wiha domand: "Heke sedemên rastîn ên pişt gefên dewleta Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dahûrînin, divê em vegerin hundirê Tirkiyê. Tirkiyê di helweşîna aboriyê re derbas dibe. Ji lewre Tirkiyê hewl dide bi rêya derewên xwe balê ji ser rewşa hindirîn dûr bixe.”

‛Gelê Ereb destewerdanên Tirkiyê şermezar dike’

Di heman çarçoveyê de rûspiyê êla El-Neîm a Ereb Yûsif El-Hemed wiha axivî: "Bi navê min û bi navê gelê Ereb, destwerdanên Tirkiyê li herêmên me şermezar dikin. Tevahî gel hevgirtî û yekdest e. Êla El-Neîm dê li hember dewleta dagirker a Tirk bisekine."

Li aliyekî din Delef Delef ji êla Delef a Êzîdiyê wiha raber kir: "Çawa li hember çeteyên DAIŞ’ê û tevahî çeteyên ku êrîşî herêmê kirin em sekinîn, em ê hertim bi serkevin, ji ber ku em bi vîn û fikra ya demokratîk şer dikin."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din